Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike 2023-06-27 15:01:44 RIHA - Malbata Şenyaşar di erefeya Cejna Qurbanê de jî lêgerîna xwe ya edaletê domand.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 827’an de didome. Malbatê, Nobeta Edaletê li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Cejneke din jî hat. Em çima di vê cejnê de kêm in? Sê kes ji me di bin axê de û kesek jî ev 5 sal in di hucreya yekkesî de ye. Lê kesên komkujî teşwîq kirin li derve ne. Heta ku kesên li Rihayê xwe ‘ser her kesî re dibînin’ tên darizandin dê têkoşîna me bidome.”