HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin 2023-06-27 11:08:30   ANKARA - HDP û Partiya Çepên Kesk di peyama xwe ya cejnê de wiha gotin: “Em dikarin cejnan bigihînin ser rastiya wan û bi piştevanî, parvekirin û li ser bingeha azadiyê hebûna xwe ya civakî jinûve ava bikin.”   Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî parve kirin. Di daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hatiye parvekirin de ev tişt hate gotin: “Bi daxwaza bibe wesîleya azadî û aştiyê em cejna gelên xwe pîroz dikin.”   ‘DI BIN SIYA ÊRIŞAN DE PÎROZ DIKIN’   Daxuyaniya ku bal kişandiye ser rewşa gelên ku cejnê pêşwazî dikin wiha bi dawî bû: “Mixabin em di bin siya pirsgirêkên mezin ên civakî, di bin qeyranên aborî û siyasî, bi xizanî û cihêkariyê, di serî de êrişên li ser gelê kurd ên berfireh Cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Lê belê em dikarin cejnan bigihînin ser rastiya wan, bi piştevanî, parvekirin û li ser bingeha azadiyê hebûna xwe ya civakî jinûve ava bikin. Avakirina xeyala me ya jiyaneke bêşer, bêmêtingerî û azad, rastiya têkoşîna me ye. Bi vê wesîleyê em dixwazin ku Cejna Qurbanê wekhevî azadî û aştiyê bîne. Cejna gelê me û gelên Rojhilata Navîn pîroz be!”