Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin 2023-06-27 09:01:14 MELETÎ - Gundên kurdên elewî yên li navçeya Çirmikê bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin. Xelkê gundan ku bi çandiniyê debara xwe dikin diyar kirin ku şîrketên kana keviran bandorê li ser çandiniya wan dike û ji ber gundên kurdên elewî ye destûra şîrketa kana keviran hatiye dayîn.    Meletî ku bi xwezaya xwe dewlemend e û piranî welatiyên Meletiyê bi çandinî û mişmişan debara xwe dikin. Xweza û axa Meletiyê bi şîrketên madenê û kana keviran tê talankirin. Tevî ku li gor qanûnên heyî jî divê ku şîrketên madenê an jî kana keviran neyên vekirin lê li gel nirxandina herêmê jî şîrket tên vekirin. Ev şîrketên tên vekirin bandorek neyînî li ser xwezayê, qadên çandiniyê û jiyana mirovan dikin.    Li gundê Ornekê ku gundê kurdên elewî ye 7 mezrayên wê hene. Zêdan, Budali, Uşagi, Mamazar, Cevîzkoyu, Yukarikîlîse, Aşagikîlîse bi ser gundê Ornekê ve ne. Gundê Ornekê jî bi ser navçeya Çirmikê ya Meletiyê ve ye. Ev gund û mezrayên wê bi 12 şîrketên kana keviran hatiye dorpêçkirin. Şîrketên kana keviran ku bi raporên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) li herême micûr tê hilberandin. Ev yek rûxandinek zêde li xwezaya gundan dikin. Tevî cihên ku 12 kana keviran hatine vekirin nêzî xanî û zeviyên şeniyên gundin jî ÇED'ê destûr daye ku ev şîrket li wir xebatê bikin.    Her wiha gundê Gozenê ya navçeya Çirmikê ku di erdhejê de bibandor bûbû jî 15 kanên keviran hatine vekirin. Şeniyên gundên Gozenê ku bi çandiniyê debara xwe dikin ji xebatên şîrketan li herême gilî û gazinên xwe anî ziman û daxwaza wan ew e ku demildest ev şîrket ji gundên wan bên rakirin.  Her wiha Serokê Şeredariya Çirmikê Mehmet Çinar jî bi raporên ÇED'ê li mezraya Zêdanê ku debara niştecihên mezrayê li ser çandiniyê ye şîrketa kana keviran vekiriye û ji cihê çandiniyê karê micûr tê kirin. Li gundê Ornekê û Gozenê welatiyên ku ji Ajansa Mezopotamya re axivîn û anîn ziman ku bi zanebûn gundên kurdên elewî bi raporên ÇED'ê ji aliye şîrketan ve tên talankirin û armanca wan valakirina gundan e.    'GUNDÊ KURDÊN ELEWÎ DIBIN HEDEF’    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê û di heman deme de şeniyê gundê Ornekê Medet Kilinç bi lêv kir ku taybetî gundê kurdên elewî ji bo şîrketên kana keviran hatine hilbijartin û wiha got: "Bi destûra raporên ÇED'ê xwezaya gund tê talankirin. Debara şeniyên gund li ser mişmiş û çandiniyê ye. Lê kana keviran bandor li ser debara mirovan jî dike. Şeniyên gund tune dihesibînin. Xwezaya gundê kurdên elewiyan bi destê van şîrketan tê talankirin. Me gelek caran dan mehkemê lê tu encamek derneket. Divê şîrketên kana keviran li qada jiyana mirovan nayên vekirin. Anku toz û dû ya wan xetereyeke mezin li ser tenduristiya mirovan dike. Yek jî kana keviran a serokê şeredariya Çirmikê Mehemet Çinar li vir heye, serokê şeredariye destûra ÇED'ê hem ji bo xwe hem jî ji bo şîrketên din derdixe. Em vê yekê qebûl nakin û dixwazin ev şîrket demildest ji nav xwezaya me bên rakirin."   'DI NAV ZEVIYAN DE KANA KEVIRAN NABE'   Li heman gundî Fehmî Yuceturk ku di nava reze xwe de ji ajansa me re axivî bal kişand ser xetereya şîrketan a li ser zeviyan û wiha got: "Kana keviran li nêzî rezê min hatiye vekirin. Toz û dûmana kana keviran hemû ji ser reze min belav dibe. Her wiha ava me ya sondajê jî ji ber xebatên kana keviran kêm dibe. Bandoreke mezin li zeviyên me dike, ji ber wê em dixwazin demildest kana keviran ji gundê me bê rakirin. Heke meriv nekarî cihekî debara xwe bike meriv neçarî koçberiye dibe. Lê em li ser vê axê mezin bûn, ev axa me ye. Lê debara me jî li ser çandiniyeyê ji ber van kanên keviran em nikarin çandiniyê bikin. Anku yan bila ev kana keviran ji vir rabe yan jî em koç bikin. Di nav zeviyên çandiniyê de şîrketên kana keviran nabe."   ‘DEWLET JÎ PIŞTGIRIYA ŞÎRKETAN DIKE’   Kamber Yeşîlçayir ê ji mezraya Zêydan anî ziman ku dema şîrketên kanên keviran li mezra û gundê wan vebûye şêniyên gund û niştecihên mezrayê li dijî kana keviran derketine lê şîrketên kana keviran bi hêza dewletê li gund û mezraya wan bi kana keviran dorpêç kirine. Yeşîlçayir wiha axivî: "Herêma me hemû cihên çandiniyê ye, bandor li ser çandiniya me dike. Dema dînamît tên teqandin weke ku erdhej bibe em ditirsin. Wesayîtên giran ên şîrketan di ber deriyê me re derbas dibin ji bo zarokên me jî xetereyan çêdikin. Çend roj berê hindik mabû ku zarokên me di bin wesayîta giran a şîrketê de bimîne. Em bi zorê gihîştin. Toz û dûmana xwe pir zêde ye, fêkiyên ku em diçînin tevahî di nav tozê de dimîne. Em dixwazin demildest şîrketên kana keviran ji vir rabin."    'DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN'   Li heman mezrayê Menderes Gul jî diyar kir ku bi şîrketên kana keviran tê xwestin gundê wan bê valakirin û wiha got: “Ji dengê xebatên şîrketên kana keviran em nikarin rakevin. Her wiha wesayîtên giran ên şîrketan li ber deriyê me re derbas dibin. Em jî sewalkariyê dikin sewalên me li van deran in ji bo wan jî xetere ye. Dema ba tê toz û dûmana kana keviran hemû tîne nava gund belav dike. Ji ber ku li vir gundê elewiyan e derdora me bi şîrketên madenê dorpêç kirin e. Bi vê yekê dixwazin van gundan vala bikin. Anku yan em ê biçin an jî ew ê biçin. Em gilî dikin jî tu encam jê dernakeve.”    'DIVÊ EV ŞÎRKET LI GUNDÊ ME BÊ RAKIRIN'   Li gundê Gozanê ku ji erdhejê bandor bibû welatiyê bi navê Cûmali Demîr jî destnîşan kir ku zeviyên wan ên çandiniyê bi destê şîrketan hatine desteserkirin û got: "Sala ku kana madenê li gundê me vebû min da mahkemeyê. Li ser erdên me kana kaviran vekirin. Xaniyên me li vir in, derdora me tevahî di nav toz û dûmanê de dimîne. Ev toz û dûman jî ji bo tenduristiya me xetereyan derdixe. Me serî li mehkemê da û mehkemê jî maf da me lê merivên dewlemendin hêza me nagihîje wan. We rojê li vir dînamîtek teqandin em hemû tirsan derketin derva qey me got xaniyên me dihejin. Qaraqol jî li wir e lê li rex qereqolê dînamîtan diteqînin lê kes ji wan re tiştekî nabêje. Daxwaza me ew e ku demildest ev kana keviran bê rakirin. Di nav erdên çandiniyê de kana keviran nabe. Divê di nav qada jiyana mirovan de şîrketên kana keviran nayên vekirin. Divê demildest ev şîrket li vir bê rakirin."   MA / Mahmût Altintaş