Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin 2023-06-26 14:38:20   EDENE - Dema girtiyê bi navê Îbrahîm Yîgît li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat sewqkirin, tevahiya alav û amûrên wî di wesayîtê de rîngê de şikestin.    Girtiyê bi navê Îbrahîm Yîgît, di sala 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Konyayê hate girtin. 97 sal cezayê hefsê li Yîgît hate birîn. Yîgît li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Tarsûsê dihat ragirtin. Di 2’yê hezîranê de li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate sewqkirin. Hat zanîn ku hemû alav û amûrên Yîgît ên li wesayîta rîngê hatin barkirin şikestine.    Kekê Yîgît, Ramazan Yîgît têkildarî mijarê wiha got: “Ez li ser înşaetan dixebitim. Me bi zor û zehmet televîzyon, sarinc, vantîlator û alavên din kiribûn. Lê di dema sewqkirinê de şikestine.”