100 kesên binçavkirî hatin berdan 2023-06-26 12:01:16 STENBOL - 100 kesên di meşa duh a li Stenbolê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin, îro hatin berdan.     Endamên rêxistinên LGBT+'iyan duh di çarçoveya “21’emîn Meşa Rûmetê” de duh li Taksîm a Stenbolê û taxên li dora wê meş li dar xistin. Polîsan êrişî girseyê kir û 2 jê zarok bi giştî 100 kes bi lêdanê binçav kirin. Her 100 kes jî piştî karûbarên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê hatin berdan.