Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn! 2023-06-26 10:33:00 ŞIRNEX - Di doza Mîraç Mîroglû de ji bo tespîtkirina lez wesayîtê dosya jinûve şandin ATK’ê. Di girtekên têkildarî bûyerê hatibû gotin ku Mîroglû gelek mîtroyan li erdê hatiye kaşkirin û ev yek îdiaya bersûc a “Min wesayît bilez neajotiye” diderewîne.    Li bakurê Kurdistanê di encama lêdana wesayitên zirxî de heta niha bi dehan zarok, ciwan û pîr jiyana xwe ji dest dan. Di dozên ku der barê hêzên ewlehiyê ku dibin sedema mirina kesan de tên vekirin de,  kesên ku jiyana xwe ji dest didin weke "bi qisûr" tên dîtin û dosya bi vî awayî tên girtin.    Li Taxa Turgut Ozal a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê di 3'yê îlona 2021'an de wesayîta zirxî li zarokê 7 salî yê bi navê Mîraç Mîroglû dabû û Mîroglû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Di doza der barê polîs Metîn Kîraz ê ku bûye sedemê mirina Mîroglû de hatiye vekirin jî heta niha tu pêşketin nîne. Danişîna dawî ya dozê di 20’ê hezîranê de hate lidarxistin. Ev demekî dirêj bû parêzeran dixwestin leza wesayîtê were tespîtkirin û ev daxwaz di danişîna dawî de hate qebûlkirin. Ji bo tespîtkirina leza wesayîtê, biryar hate dayîn ku dosya ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rew were şandin. Danişîna din dê di 16’ê çileya 2024’an de were lidarxistin.    DAXWAZ NE TENÊ TESPÎTKIRINA LEZÊ YE    Tê payîn ku tespîtkirina leza wesayîtê dê di biryara dadgehê de diyarker be. Lê belê daxwazên parêzerê malbata Mîroglû tenê bi tespîtkirina leza wesayîtê bisînor nînin. Parêzer her wiha dixwazin ku li cihê bûyerê keşf were kirin û di keşfê de cihê bersûc ê di wesayîtê de were tespîtkirin. Parêzer balê dikişînin ser binpêkirina şerîd3e û dixwazin ev xisûs jî bên tespîtkirin.    Bersûc Kîraz, ji destpêkê heta niha her tim bi îdiaya “Min wesayît bilez neajot” parastina xwe dike. Li gorî rapora ji hêla cendirmeyan ve hatiye amadekirin, di dema qewimîna bûyerê de wesayît bi 30 km’an lezê diçû. Waliyê Şirnexê yê berê Alî Hamza Pehlîvan jî di roja bûyerê de ji malbata Mîroglû re gotibû “wesayît hêdî diajot.”    Lê belê malbat û parêzer li dijî vê xisûsê derdikevin. Bav Salîh Mîroglû di demên berê de bi ajansa me re axivî bû û wiha gotibû: “Heke hêdî biçûya dê kurê min çawa 11 mîtroyan bifiriya?”    6 MÎTROYAN LI ERDÊ HATIYE KAŞKIRIN    Di dosyayê de her wiha raporên emniyetê jî hene. Di raporê de têkildarî leza wesayîtê tu tiştek nehatiye gotin. Lê belê li gorî “Girteka Analîzkirina CD û Şopandina Dîmen” a ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê ve hatiye amadekirin, Mîroglû 5-6 mîtroyan li pêşiya cihê wesayît lê hatiye sekinandin li erdê dijrêjkirî bû. Dema navbera cihê ku wesayîtê li Mîroglû xistî û cihê Mîroglû lê disekiniya jî li ser tê zêdekirin, tê texmînkirin ku dirêjtir dibe.