‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’ 2023-06-26 09:02:31 AMED - Ferît Orak ku piştî 14 salan ji Girtîgeha Bolûyê derket, destnîşan kir ku di girtîgehan de tecrîdeke mûtleq heye û wiha got: “Li girtîgehan maf nîne ku behsa binpêkirinê bê kirin. Pêwîste parazvanên mafên mirovan, hêzên demokrat û siyasî zêdetir xwedî li girtiyan derkevin.” Li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi salan e binpêkirinên mafên mirovan di rojevê de ne. Bi gelek raporên hem neteweyî hem jî navneteweyî ev binpêkirin derketin holê. Lê roj bi roj rewşa girtîgehan xerabtir dibe û taybetî jî jiyana girtiyên nexweş di bin xetereyeke mezin de ye. Têkildarî van bin pê kirinan Ferît Orak ku piştî 14 salan ji Girtîgeha Tipa F ya Bolûyê derket, axivî û daneyên di raporan de hatine rêzkirin pejirandin. Ferît Orak, di girtîgehên Mêrsîn, Amed, Bandirma, Şirnex û Bolûyê de maye û bûye şahidên gelek binpêkirinên mafan.    ‘PISGIRÊKA HERÎ MEZIN NEXWEŞÊN GIRAN IN’   Orak, ku piştî li çend girtîgehan hate ragirtin, herî dawî 7 salan di Girtîgeha Bolûyê de maye, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bolûyê de ji ajansa me re axivî. Orak, destnîşan kir ku li girtîgehan maf nîne ku behsa binpêkirinê bê kirin û anî ziman ku piştî mîzansena darbeyê di Girtîgeha Bolûyê de çu maf neman. Orak, da zanîn ku gelek binpêkirinên dijwar hene û wiha got: “Di qawişê de em 3 kes diman. Heke rewşek cuda hebûya dikirin 4 kes û yê 4’an jî li erdî radiza. Ne ranze ne jî dolab nedidan. Pêdiviyên ji bo jiyana rojane jî nedidan. 4 kesan digirin lê pêdiviyên 3 kesan didin. Tenê ji bo kesê 4’an doşekekê tînin û dibêjin tu dê li vir razî. Piştî pandemiyê nahêlin tu çu kesî bibînî. Tenê kesên li ba te hene ewqas. Di Girtîgeha Bolûyê de pirsgirêka herî mezin hevalên me yên nexweş in ku li ber mirinê ne. Sereke em dixwazin rewşa wan bê pirsîn. Çend hevalên me yên weke Muzeffer Alkiş, Levent Cîn, Cemal Tarhan ên pîr ku gelek nexweş in hene. Mesela ez bi Alkiş û Tarhan re ji bo Saziya Tiba Edlî çûm Stenbolê, her yek 70-80 salî ne û nikarin bi rê ve biçin. Her wiha nikarin pariyekî nan bixwin û razên. Bi van hemû astengiyan jî, ji wan re dibêjin ku 'hûn dikarin li vir bimînin'. Herî dawî min Cemal Tarhan di korîdorê de dît, du heval di bin çengên wî de bûn. Bi alikariya hevalan karê xwe dike. Lê wezareta dadê û rêveberiya girtîgehê dixwazin wî bidin kuştin. Dixwazin hemû hevalên nexweş ku 30 sal in di girtîgehan de ne bi darbestê ji wir derxînin. Vî tiştî jî eşkere dibêjin.”   ‘DIXWAZIN GIRTÎGEHAN BIKIN QADEKE LEŞKERÎ’   Orak, da zanîn ku dozger û midurên Girtîgeha Bolûyê ji kontenjana Ocaxên Alperen hatine û ev tişt got: “Dîsa hin memûrên din jî ji kontenjana ergenekonê hatine û dixwazin girtîgehê veguherînin qadeke leşkerî. Tu nikarî mafên xwe ji wan bixwazî. Gotina wan ya sereke ev e ‘em nan û av didin dengê xwe nekin, ev jî, ji we zêde ye. Dewlet dibêje nan û avê bidin, lewma em wan didin û ji bilî van tiştan tiştekî din nexwazin.’ Mafên sohbet, werzîş, telefon hwd. hemû tên binpêkirin. Ji xwe em girtiyên siyasî doza van tiştan nakin. Daxwaza me ya herî sereke berdana girtiyên nexweş û taybet jî yên temen mezin in. Lê hem nayên berdan hem jî tên cezakirin.”   ‘BINPÊKIRINAN WÊDETIR ÎŞKENCEYÊ DIKIN’   Orak, diyar kir ku hevalê wan Adnan Karataş ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye û da zanîn ku ji ber înfaza wî hatiye şewitandin ev saleke jî zêde radizê. Orak, anî ziman ku Karataş nexweşê pençeşêrê ye, li ber mirinê ye û ji ber poşmantiyê qebûl nake nayê berdan. Orak, bi lêv kir ku li gor gotinên wan ji Wezareta Dadê fermanek wisa hatiye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ev du sal û nîv in qanûneke înfazê derxistine û bi vê qanûnê di zîndanan de êdî ji binpêkirinan wêdetir îşkenceyê dikin. Dema qala îşkenceyê dikin, piranî fîzîkî tê fêmkirin. Ev jî heye ji xwe, dibe ku weke berê sîstematîk nebe lê heye. Îşkenceyên cûr bi cûr hene ku ya psîkolojîk jî, ji van îşkenceya ne. Te ji malbata te qût dikin, tu nikarî malbata xwe bibînî.”   ‘DI NAVA SALEKÊ DE 3 CENAZE DERKETIN’   Orak, destnîşan kir ku kesên nexweş bernadin û ji ber vê yekê ji girtîgehan cenaze derdikevin. Orak da zanîn ku di Girtîgeha Bolûyê de di nava salekê de 3 cenaze derketin. Orak diyar kir ku ji bo yek ji girtiyên jiyana xwe ji dest da gotin ku krîza dil derbas kiriye, lê ne wisa bû û bi domdarî wiha got: “Hevalê me nexweş ket, çend caran jî gotin rêveberiyê ev heval nexweş e bibin tedaviya wî bikin, lê guh nedan û çend dermanên ne li gor nexweşiya wî anîn danê û heval jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha Mehmet Emîn Çelebî hebû û bi nexweşiya pençeşêrê ketibû. Me kir û ne kir nekarî dengê xwe bigihînin der ve ku sazî bikevin dewrê û eleqedar bibin. Dewletê bi xwe jî guh neda û herî dawî hat asta mirinê û ew birin Enqereyê. Piştî 2-3 rojan berdan û hêj rojek derbas nebuyî jiyana xwe ji dest da. Yanî fêm dikin ku wê bimire, wê çaxê berdidin. Dîsa nexweşên gelek giran hene ku Hayatî Kaytan û Ciwan Boltan çend ji wan kesan in. Milek û çavekî Boltan nînin. Nikare pêdiviyên xwe yên taybet jî pêk bîne. Di rewşeke wiha de, ne berdidin, ne jî jiyana wî ya asayî hêsan dikin. Gava em dibêjin jî bêyî hincet dibêjin ‘Em Civan Boltan nas dikin, dizanin çawa wiha bûye û em jî tedawî nakin.’ Dîsa di serê Hayatî Kaytan de ûr heye û çend caran emeliyat bû. Rewşa wî di xetereyeke mezin de ye. Ji xwe rewşa van kesên ku min navên wan dayî, kesên herî di xetereyê de ne.”   DI GIRTÎGEHÊ DE NEXWEŞIYAN RÛ DA YE   Orak, bal kişand ku di demên dawî de li Girtîgeha Bolûyê çend nexweşî derdikevin û wiha berdewam kir: “Bi taybet enfeksiyona rûviyan, laş, destavê hwd. pir pêşketine. Sedema vê jî, ji kesî re nabêjin. Min bi xwe jî carekê enfeksiyona bêhnê, carekê jî ya rûviyan derbas kir. Hefteyekê me nekarî xwe bigihînin dermanan. Vê yekê jî di me de gûman çêkirin. Ecêb bi zanebûn tê kirin? Her wiha pirsgirêkên avê û xwarinê pir in. Di nava xwarinan de mişk, kêzik hwd. derdikevin. Av gelek caran qirêj tê û gava dipirsin jî dibêjin 'hatiye analîz kirin, av paqij e'.”   ‘ŞEWITANDINA ÎNFAZAN HATIYE ASTA ÎŞKENCEYÊ’   Orak, bi lêv kir ku niha 20 kes di Girtîgeha Bolûyê de hene ku divê bên berdan û anî ziman ku ev 3 sal in di girtîgehê de tehliye çênebûne. Orak, diyar kir ku kesê piştî 3 salan cara ewil hatiye berdan ew e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber nexweşiya min ez berdam. Ji bilî min hevalekî din jî hat berdan lê hevalên din bernadin. Bi keyfî 3 mehan carekê, yan jî 6 mehan carekê berdana wan taloq dikin. Çima naberdin? Sedem çiye? Qet tiştekê ji me re nabêjin. Roja tehliyeya te hatibe, ji mazgalê kaxizekê didin te û derî digirin û diçin. Tu nikarî ji dadgehan re jî binivîsî. Ji xwe mirov nikare ji dadgehan re bibêje dadgeh jî. Berê hincetên wan hebûn, lê niha ji bo kiryarên xwe hincetan jî çênakin. Tenê dibêjin ‘em red dikin’ û dişînin. Di Girtîgeha Bolûyê de şewitandina înfazan hatiye asta îşkenceyê. Bi awayekî keyfî înfazan dişewitînin. Ev tişt li gor qanûna Tirkiyeyê jî nîne. Înfaza 12-13 kesan hatiye şewitandin. Denîz Guzel heye ev sal û nîv e zêde radizê û yê herî zêde înfaza wî hatiye şewitandin ew e. Hinek heval hene salekê, hinek hene 6 mehan înfaza wan hatiye şewitandin. Ew jî têr nake vê carê bi hincetên weke 'te zirar daye kamerayê, tu li dijî gardiyanan derketiyî, dema em hatine jimartinê tu ranebûyî ser pêyan, ji te re gotine çopê biavêje lê te çop neavêtiye' hwd. jî ceza didin. 24 saetan em di rêya dadgehan de ne. Zextek pir mezin heye li girtîgehan.”   ‘MALBATAN JÎ CEZA DIKIN’   Orak, bal kişand ser tecrîda li girtîgehan belav bûye û got ku li ser girtiyan tecrîdeke mûtleq heye. Orak, diyar kir ku çu agahî nakevin zîndanan û ji zîndanan jî çu agahî dernakevin û wiha lê zêde kir: “Tu nikarî di telefonê de jî bi malbata xwe re du peyvên siyasî bikî û nikarî fikrên xwe par ve bikî. Gava te behsa tiştek siyasî kir dîrek telefonê li ser te digirin. Tevî van kiryaran jî ceza didin te. Tenê nadin te jî, didin malbatan jî. Êdî zîndan têra wan nake, malbatan jî ceza dikin. Her wiha ji aliyê ragihandinê ve jî pirsgirêkên gelek mezin hene. Tu rojname yan jî amûreke ragihandinê yên demokrat nakevin hundir. Tu mecbûr dimînî çapemeniya AKP’ê bişopînî. Nahêlin tu berhemên muxalifan bikevin hundir. Her wiha çapemeniya kemalîst jî nahêlin. Gava em daxwaz jî dikin, dibêjin ew hemberî ola îslamê ne û cihû ne. Di girtîgehê de A Haber, A TV, TRT, CNN Turk tenê hene, weke din tu qenal nînin.”   ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIRÎ, LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE’   Orak, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pirtûkan jî kom dikin. Kotayek anîne, tu nikarî ji 3 pirtûkan zêdetir pirtûkan bigirî. Ji bo pirtûk û nameyên kurdî pir pirsgirêkan derdixînin. Bi mehan carna jî bi salan nadin. Tu nikarî berhemeke xwe ya hunerî yan jî ya wêjeyî bişînî ji der ve. Her wiha tu nikarî tiştekî li ser çand û hunera kurdî bêxî hundir. Piranî jî nahêlin bîranînên hevalan derkevin ji der ve. Heval tekoşîna xwe ya bi salane dimeşînin weke bîranîn dinivîsînin lê nahêlin derkeve ji der ve û dest danin ser. Beriya biryara dadgehê îmha dikin. Bi sedan mînakên wiha hene. Di lêgerînan de taybet li ser nivîs û destnivîsan disekinin. Gava pirtûkan jî dibînin, heke weşanxaneya Aramê be dibin. Gava ev weşanxane jî, ji te re pirtûkan dişîne û hîbe dike, nagirin. Dibêjin hewceye hûn bi perê xwe bistînin. Ji xwe pirtûkên Aramê qet nagirin hundir. Nav didin dibêjin herin ji weşanxaneya dogan, turkuaz hwd. ku di bin kontrola desthilatê de ne bistînin. Tecrîda ku li Îmraliyê dane destpêkirin, li hemû girtîgehan belav kirine.”   ‘DI ENCAMA KÊMASIYAN DE CENAZE DERDIKEVIN’   Orak, destnîşan kir ku di xwedî derketina girtiyan de jî pisgirêkên mezin hene û wiha bi lêv kir: “Bi taybetî jî di rêxistinên mafên mirovan de kêmasî hene. Em nabêjin qet xwedî derketin tune ye. Heya cihekî hin tişt dikin. Lê kêm dimîne û ev kêm mayîn jî dibe cenaze ji zîndanê derdikeve. Heke ev kêm mayîn encameke wiha bi xwe re neîne, kes aciz jî nabe. Ez niha li ser navê xwe dibêjim ku rewşên awarte hebûn heta niha, pêwîste tevgerên demokratîk û siyasî jî pirtir xwedî li zîndanan derkevin. Bila bê zanîn ku beşek tekoşîna kurdî û demokrasiyê di girtîgehê de ye. Beşeke gelek girîng e û ji salên 80 heta roja me ya îro hatiye. Ev 30-35 sal in ev heval ji bo dozekê li ber xwe didin. Bila hêzên demokrat vê tiştê bidin ber çavên xwe û hinekê li vê hêlê jî binêrin. Piştî xwe organîze kirinê hewceye girîngiyê bidin ser zîndanan. Ne tenê Girtîgeha Bolûyê, di heman demê de li hemû girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê heman rewş heye.”   BANGA XWEDÎ DERKETINÊ KIR   Orak, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di Girtîgeha Bolûyê de ji ber ku piranî heval yên kevin in, tevahî nexweş in. Lê rewşek wiha jî heye ku heval naxwazin bi nexweşiyên xwe derbikevin pêş. Yanî fedakariyeke wisa jî heye. Êdî ji ber ku rewşa wan pir giran e dixwazin ev rewş bibe rojev. Mesela Muzaffer Alkiş dengbêjekî pir xurt e. Tenê nastirê, di heman demê de dinivîsîne jî. Bi awayekî nûjen, li ser tekoşîna hemdem kilaman dinivîsîne û distirê. Yanî hozanekî mezin e. Lê mixabin ev hozanê me nexweş e. Temenê wî jî gelek mezin e. Li gor hiqûqa Tirkiyeyê dibêjin ji temenek şûnde heke nikare jiyana xwe berdewam bike, hewceye bê berdan. Lê dema mijar dibe girtiyên siyasî bernadin. Hewceye hinekî xwedî lê derketin hebe, ev alî kêm e û pêwîste ev alî bê xurtkirin û ev lawazî ji holê bê rakirin.”   MA / Bazîd Evren