ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-26 09:00:33 * Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne tecrîda li Îmraliyê ye û bang kir ku li dijî zextan li dora malbatên girtiyan bibin yek.  * Jinên ku li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga têkoşîna yekgirtî kirin wiha gotin: “Divê li dijî feraseta serwer a dijminê jinan û kurdan em pratîka têkoşîneke xurt nîşan bidin.”   * Ferît Orak ku piştî 14 salan ji Girtîgeha Bolûyê derket, destnîşan kir ku di girtîgehan de tecrîdeke mûtleq heye û wiha got: “Li girtîgehan maf nîne ku behsa binpêkirinê bê kirin. Pêwîste parazvanên mafên mirovan, hêzên demokrat û siyasî zêdetir xwedî li girtiyan derkevin.”   * Li gelek navçeyên Meletiyê lêgerîna madenan bi destûra raporên ÇED'ê berdewam dike û bandoreke mezin li xwezaya bajêr dike. Berdevka MALÇEP'ê Parêzer Gul Erdogan derbarê talankirina xwezayê de destnîşan kir ku Meletî bi raporên ÇED'ê ji aliye şîrketên madenan ve hatiye dorpêçkirin û xwezaya bajêr tê talankirin.   * Prof. Dr. Ahmet Kiliç diyar kir ku ji ber germbûna kûrewî li Baxçeyên Hewselê di populasyona çukan de zêde bûn çêkiriye û got: “Hewsel wê ji bo çukan bibe stargeh. Ji bo vê yekê divê em wê xwezayê biparêzin.”   * Çalakiya Malbata Şenyaşar dê di roja 826’an de bidome.