Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn 2023-06-25 19:03:28 STENBOL - Ji bo endama YJA-STAR’ê Dîlan Dûrmûş a li herêma Zapê ya girêdayî Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn.    Ji bo endama YJA-STAR’ê Dîlan Dûrmûş  (Aryena Welat) a di encama şerê li herêma Zapê ya Herêma Kurdistana Federe de di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest da û agahiyên nasnameya wê hatin aşkerekirin, li Bagcilar a Stenbolê şîn hate danîn.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER), endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’a Bagcilarê û gelek kes tev li şîna li avahiya Rêxistina HDP’a Bagciliarê hate danîn bûn. Di şînê de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.    Di şînê de li ser maseya ku wêneyê Dûrmûş lê hate bicihkirin find hatin pêxistin. Pişt re jî pêşandana sînevîzyonê  ku dîmenên aydê Dûrmûşê tê de cih digirin hate kirin. Piştî pêşandana sînevîzyonê mewlîd hate xwendin û xwarin hate dayîn.