Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da 2023-06-25 15:58:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Zarokê bi navê Ebdullah Berzan ku 5 sal berê dema li Qamişloyê ji xwe re lîstik dilîst û bi êrişa dewleta tirk birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Dewleta tirk di 20'ê îlona 2018’an de li gundê Xerab Kortê yê li ser sînorê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê, komekê zarokên ji xwe re lîstik dilîstin gulebaran kir. Di encama gulebaranê de zarokê bi navê Ebdullah Berzan ji zikê xwe ve birîndar bûbû. Birîna wî bandor li hestiyê wî yê piştê û hinavên wî kiribû.    Ebdullah Barzan yekser birin Nexweşxaneya Fereman a Qamişloyê lê ji ber ku rewşa wî giran bû, sewqî nexweşxaneyeke başûrê Kurdistanê kirin. Ji ber ku malbatê nedikariya lêçûnên nexweşxaneyê pêşwazî bike, 17 roj piştre dîsa anîn Qamişloyê. Berzan, çendek caran li vir emeliyat bû û di bin çavdêriya dayika xwe de tedawiya fîzîkê didît.    Birîna Ebdullah bandoreke giran li ser hinavên wî, mîde, pişt û gurçikên wî kir. Ebdullah ku zirareke mezin gihiştibûyê, îcar jî îltîhabê hinavên wî girt. Ebdullah, di roja 24’ê hezîranê de anîn Qamişloyê. Ebdullah Berzan ê 17 salî duh jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Qamişloyê hate veşartin.