Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-06-25 15:54:50 ARTVÎN - Hunermend Kazim Koyuncu di 18’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li navçeya Hopayê hate bibîranîn.    Hunermendê ji Behra Reş Kazim Koyuncu, di 18’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li gundê Sugoren a navçeya Hopa ya Artvînê hate bibîranîn. Malbata Koyuncu, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û ji Artvîn û bajarên derdorê gelek kes tev li bîranînê bûn.    Koroyên jinan ên şaredariyên Findikli û Borçkayê stranên Koyuncu stiriyan û merasîma bîranînê dest pê kir. Piştre jî li ser navê malbata Koyuncu, dosê malbatê Şeref Yîgînoglû axivî û wiha got: “Kazim, ji bo me nirxekî cuda bû. Ji mirovan gelek hez dikir û hemû kes wekhev di dît. Em ji xwendekarên xwe re dibêjin ji ewil bibin mirov û piştre bibin xwedî pîşe. Kazim Koyuncu mirovekî baş bû û ji mirovan gelek hez dikir.”    Her wiha Rêveberê Halkevlerî ya Hopayê Kamîl Ustabaş û Şaredarê Findikliyê Ercument Şervatoglû jî di bîranînê de axivîn û Koyuncu bi bîr anîn.