Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine 2023-06-25 14:27:21   ŞIRNEX - Hatîce Atan ku weke “Keça manewî” ya Erdogan tê naskirin û neguhêzbara Şaredariya Cizîrê weke ofîsa xwe ya taybet bi kar tîne, weke mişawira wezîr hate tayînkirin.    Hatîce Atan a AKP’î ku derfetên Şaredariya Şirnexê ya di bin rêveberiya qeyûm de pêşkeşî alîgirên xwe dike, li Wezareta Karên Hundir weke mişawira wezîr hate tayînkirin. Atan ku di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de weke namzeta AKP’ê hatibû nîşandan, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Birêz serokkomarê me Tayyîp Erdogan guncav dît û li ser daxwaza wî weke mişawira Wezîrê Wezareta Karên Hundir hatim tayînkirin. Spasiya serokkmar û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dikim ku ev hêjayî vê peywirê dîtim. Di avakirina sedsala Tirkiyeyê de ez ê kar û barê xwe ji dil û can bidomînim.”    BÊ BÊUSÛLIYÊN XWE TÊ NASKIRIN   Atan, weke “Keça manewî” ya Serokkomar Tayyîp Erdogan tê naskirin û heta niha navê wê di gelek bêusûliyan de bû rojev. Atan, bi salan Seroka Baskê Jinan ê AKP’ê kir. Piştre derket holê ku weke li Îdareya Taybet a Bajar bixebite hatiye nîşandan. Di 11 salan de prîmên sîgortayê yên Atan ji hêla Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê ve hatin dayîn û li gel ku tu carî neçûye kar jî mûçeyê xwe her mehê wergirt. Belgeyên vê nelirêtiyê jî hatibûn weşandin.    LI HER DERÊ OFÎSÊN WÊ HENE   Piştî ku li şaredariyên DBP û HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin, di serî de xwîşka xwe gelek xizmên xwe li şaredariyê bicih kir. Di heman demê de cihên dîrokî weke ofîsa xwe bi kar anî. Her wiha hate îdiakirin ku di wergirtina karkeran de bertîl wergirtiye û “endamtiya AKP’ê” weke şert daniye pêşiya welatiyan.    Li Komeleya Çand Huner û Pêşxistinê ya Birca Belek a li ser Cadeya Nisêbînê ya navçeya Cizîrê, li Navenda Tenduristiyê ya Bîşengê, li serokatiya AKP’a Cizîrê, Serokatiya AKP’a Şirnexê û li avahiya şaredariyê ya berê ya dîrokî ya di hundirê Keleha Cizîrê de ofîsên Atan hene.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya sala 2019'an de HDP’ê Şaredariya Cizîrê bi dest xist û xwestibû ku avahiya dîrokî ya li Taxa Kaleyê ku milkiyetê wê aydê şaredariyê ye were valakirin. Lê belê Atan ev der vala nekir û piştre jî li şaredariyê qeyûm hatibû tayînkirin. Ev dera behsa xeberê hêj jî ji hêla Atan ve weke ofîsa taybet tê bikaranîn.    Atan, herî dawî jî Medreseya Sor a dîrokî ya li navçeya Cizîrê tehsîsî Weqfa Hayratê kiribû û bûbû rojev.