Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin 2023-06-25 12:10:03   AGIRÎ - Ji xizmên karkerên li Trabzonê rastî êrişa nîjadperest hatin R.G. da zanîn ku heta niha têkildarî êrişê tu kes nehatiye binçavkirin û wiha got: “Eleqeya bûyerê bi me re nîne. Êrişeke li dijî kurdan e.”    Karkerên înşaetê yên bi navên V.A., Î.G., U.G., C.G., D.O. û yekî navê wî nehat zanîn, ji navçeya Panos a Agiriyê ji bo xebatê çûn navçeya Maçka ya Trabzonê. Karkerên kurd, di 18’ê hezîranê de rastî êrişeke komeke nîjadperest hatin. Karker, di êrişê de birîndar bûn û piştî tedawiyê jî vegeriyan bajarê xwe. Walîtiya Trabzonê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û îdia kir ku êrişeke nîjadperest nîne û ji ber “şer” derketiye.    'RÊYA ME HATE GIRTIN’   Ji karkerên rastî êrişê hatibû U.G. da zanîn ku dema bi wesayîta xwe diçûn rê li ber wan hatiye girtin û wiha qala bûyerê kir: “Bi wesayîtê rêya me girtin. Me stranekî bi kurdî guhdar dikir. Min cama wesayîtê vekir û axivîn. Ji min re gotin; ‘hûn nikarin li vir muzîkê guhdarî bikin.’ Min jî sedema wê pirsî. Ji min re gotin; ‘em wisa dixwazin.’ Piştre em ji wesayîtê paya bûn û wan jî dor li me girtin. Dê me jê re bigota qedexeyeke wiha tune ye lê mihlet nedan û dest bi lêdana me kirin. Piştî şer me xwest bi wesayîtê ji wir biçin lê qêriyan û gotin; ‘rê li ber bigirin.’ Du wesayîtan rê li ber me girtin. Em bi darê zorê piştî pişt çûn û xwe gihand înşaetê.”    'TENÊ YEK RAYEDAR JÎ NEHAT SERDANA ME’   U.G. diyar kir ku dê dîsa ji bo xebatê biçin lewma naxwaze navê xwe eşkere bike. Birayê U.G. yê bi navê R.G. jî destnîşan kir ku xizmên wan çûne qereqolê û wiha dom kir: “Koma nîjadperest hate vê derê û dirûşma ‘Tu karê sûriyeyiyan û PKK’iyan li vir tune ye’ berz kirin. Piştre jî belav bûn. Gelek roj bi ser bûyerê re derbas bûn lê yek êrişkar jî nehate binçavkirin. Hem li qereqolê û hem jî li nexweşxaneyê qeyd hene lê tu kes nehat binçavkirin. Xuyaye ku ev bûyer, bûyerekî edlî nîne. Em çendek rojan li wir man lê tenê yek rayedar jî nehat serdana me. Heke kesek hatibûya cem me û bigot; ‘em bira ne, ev bûyer bûyerekî xelet bû’, dê me jî negota êrişeke nîjadperest e.”    R.G., bi domdarî da zanîn ku êrişkaran hewl dan ji karkeran Î.G. û C.G. bi wesayîtê bieciqînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li vir hewl dan bikujin. Gelek kêl di serê Î.G. de hene. Wesayît lê xistine. Bilind bû hewayî û piştre di nava deviyan de gêr bû. Lê hêj têkildarî bûyerê tu kes nehatiye binçavkirin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Eleqeya bûyerê me re nîne, êrişeke li dijî kurdan e. Divê dewlet li ser van bûyeran bisekine. Me bi awayekî xwe li wir parast lê dibe ku hemû kes xwedî heman derfetan nebe. Divê rê li ber van êrişan were girtin û rayedar li ser bisekinin. Heta li qereqolê jî digotin ‘hûn çima van terorîstan nadin me’ û hewl didan êriş bikin. Ev, êrişeke jirêzê nîne.”    MA / Bêrîvan Kutlu