Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin 2023-06-25 11:43:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk li Efrînê welatiyek revandin û zeviyên çandiniyê şewitandin.  Binpêkirinên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; endamên koma paramîlîter a bi navê Feyleq El Şamê li gundê Beiye yê navçeya Şêrawayê gundiyê bi navê Ehmed Xelîl Elo revandin. Hat destnîşankirin ku Elo birine girtîgeha li gundê Îskayê û aqûbeta wî nayê zanîn.     Hat ragihandin ku li gundê Kibêşînê yê girêdayî navçeya Şêrawayê darên zeytûnan û zeviyên zad hatine şewitandin.