Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin 2023-06-25 11:33:00 ÎZMÎR - Hinek girtiyên li Girtigeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê li dijî binpêkirina derketin, sewqî girtîgehên din hatin kirin û der barê hinekan de jî lêpirsîn hate vekirin.    Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîfa F a Hejmar 1 a Kiriklarê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê tên ragirtin, li dijî polîtîkayên tecrîdê, ragirtina avahiyên ji hev dûr û binpêkirina mafan, di 15-19’ê hezîranê de 2 qawiş şewitandibûn. Girtiyên di çalakiyan de cih girtibûn sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilinda a Îzmîrê ya di heman kampûsê de hatin kirin.    Heyeta ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parlementara Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcûgul Çûbûk pêk dihat, têkildarî rewşê 23’yê hezîranê bi dozgerê girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kir. Berdevka Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Nehîr Bîlece têkildarî şewitandina qawişan, bi girtiyên tev li çalakiyê bûne û girtiyên qawişên rex li wan têne ragirtin re hevdîtin kir û davdêriyên xwe ragihand.     Berdevka Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Nehîr Bîlece   ‘BI TENÊ TÊN RAGIRTIN’   Bîlece têkildarî hevdîtina bi girtiyan re ev agahî dan: "Girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kir gotin ku îdareya girtîgehê tim bi xemsarî nêzîkî wan dibe û wan jî li dijî tecrîda hatiye girankirî çalakiya şewitandina qawişê li dar xistin. Me dît ku rêveberiya girtîgehê nahêle girtî mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.” Bîlece destnîşan kir ku rewşa tenduristiya girtiyên qawiş dane ber agir baş e û anî ziman ku girtiyên tev li çalakiyê bûne di girtîgehê de tenê têne ragirtin.    MUAMELEYA XIRAB   Bîlece da zanîn ku bi pêkanîna çalakiya şewitandina qawîşan, girtiyên din bi berzkirina dirûşman polîtîkayên tecrîdê şermezar kirine û li deriyan xistine. Bîlece ragihand ku der barê girtiyên tev li çalakiya şermezarkirinê bûne de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji wan hatiye xwestin ku parastina xwe ya devkî bikin. Bîlece diyar kir ku girtî parastina devkî nekirine û ev tişt anî ziman: “Her çalakiya ku bi cezakirinê encam dibe û zêdebûna zextan, muameleya xirab e.”   ‘BÊCEZAHIŞTIN BINPÊKIRINAN ZÊDE DIKE’   Bîlece bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê ku ev demeke dirêj ê li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin û wiha pê de çû: "Sewqên nexweşxaneyan, binpêkirinên di lêgerînan de tên jiyîn, xwarin û vexwarin û gelek mijaran de sepanên kêfî berdewam dikin. Girtiyên siyasî di serbestiya bi venêrînê de rastî cihêkariyê tên.” Bîlece da zanîn ku xebatên wan ên ji bo pêşîlêgirtina van sepanan, dê berdewam bikin û der barê xebatên xwe yên pêşerojê de ev tişt gotin: “Em ê parvekirina raporên xwe yên bi rêveberiya girtîgehê, Wezareta Dadê û Meclisê berdewam bikin. Divê dest ji van sepanên kêfî bên berdan. Divê derbarê kesên ji van sepanan berpirsyar in, lêpirsîn were destpêkirin. Polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber binpêkirina mafan vedike.”