‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’ 2023-06-25 10:31:55 AMED - Sekretera Jinan a Şaxa 2’yemîn a Sendîkaya Egitim Sen a Amedê Songul Can Şîmşek destnîşan kir ku AKP dixwaze bi rêya ÇEDES’ê kadroyên oldar bigehîne û ev hişyarî kir: “Divê malbat pir baldar bin.” Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), Wezareta Ciwan û Werzîşê û Serokatiya Karên Diyanetê bi hev re projeya bi navê “Ez li Hawirdora Xwe Baldar im, bi Nirxên Xwe Xwedî Derdikevim” (ÇEDES) dixwaze di bin navê “şêwirmendiya manevî” de mele, muezîn, waîz, pisporê xizmetên olî peywirdar bike û perwerdekarê Qur’anê tayîn bike. Bertekên li dijî vê helwestê her ku diçe zêdetir dibin. Sekretera Jinan a Şaxa 2’emîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Songul Can Şîmşek destnîşan kir ku AKP dixwaze bi destê ÇEDES’ê kadroyên oldar bigehîne.   WEKHEVIYA PROJEYA ÎMAM XETÎB   Sekretera Jinan a Şaxa 2’emîn  (Egîtîm Sen) a Amedê Songul Can Şîmşek   Şîmşek destnîşan kir ku ÇEDES projeyeke berfireh e û bibîr xist ku “Dibistanên Îmam Xetîb” jî bi heman armancê hatine vekirin û wiha got: “Yekem armanca wan hebû; bi perwerdeya olî dixwestin nifşeke ku bîatê li wan bike bigehînin, lê bi serkeftî nebûn. Em dibînin ku dibistanên Îmam Xetîban vala ne û zarokên li wan dibistanan dixwînin serkeftî nabin. Gelek malbat êdî naxwazin zarokên xwe bişînin wan dibistanan. Li gel vê projeye dê hemû dibistan bibin Îmam Xetîb. Ji vê behtir tu wateya vê yekê nîn e.”   DAXWAZA ‘KADROYÊN OLDAR’   Şîmşek bal kişand ser peywirdarkirina 842 kesên di serî de hatibûn peywirdarkirin û bi van peywirdarkinan valakirina servîsên rehberê û klubên xwendevanan. Şimşek, der barê helwesta van gavan de wiha axivî: “Dibistanan êdî teslîmî kesên perwerdeya pedogojiyê nestindine dikin. Bi vê yekê dibistan veguherîne cihên ku pêşeroja wan nediyar û bêtemînat. Gelo ev mirov li gorî çi, li gor kijan pîvanê hatin peywirdarkirin. Ne tenê li dibistanan, bi destê Diyanet û Weqfên Ciwanan dixwazin li tevahiya Tirkiyeyê li gorî xwe kadroyên oldar bigehînin. Dixwazin ji zanistiyê dûr, kesên wekî ku ew dixwazin jiber dikin, yekalî, û kesên ji pêşeroja xwe bêhêvî biafirînin.”   ‘DÊ CIHÊN JI SÛÎSTÎMALÊ RE VEKIRÎ BIN’   Şîmşek da zanîn ku kesên perwerdeya pedagojiyê negirtine û di dibistanên de hatine peywirdarkirin dê ji bo zarokan pir bi talûke bin û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku me zarokan bi vî awayî teslîmî wan kir, em ê bi her awayî rê li ber sûîstîmalkirina wan vebikin. Em nizanin bê ka dê mele, muezîn çawa nêzîkî zarok bibe. Em perwerdeyê, şêwazên perwerdeyê di fakulteyan de ne wekî dersekê, wekî mijarekê digirin dest û wek perwerdeyekê cidî nêz dibin. Ji bêr vê yekê dê pirsgirêkên mezin derbikevin. Em ê îstîsmarkirinê çawa derbixin holê, ÇÎM dê çi bikin? Di vê mijarê de zarok dê serî li kê bidin? Divê mirovên zarokên xwe dişînin, bi guman bin. Di bingeheke ewqas mezin a ji bo sûistîmarê vekiri de divê mirov pir baldar bin.”    ‘DIVÊ MALBAT BÊN AGAHDARKIRIN’   Şimşek da zanîn ku divê malbat têkildarî vê projeyê bên agahdarkirin, li ser vê yekê xebat bên meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê em ji bo vê yekê têkoşîna hevpar pêş bixin. Ev tenê bi  me nave, divê rêveberiyên xwecihî pir bên xurtkirin û ji herêmê ber bi navêndê ve pergaleke rast bê avakirin.”   MA / Eylem Akdag