Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin 2023-06-25 10:31:16   AMED - Rojnameger Zeynel Bulut ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Amedê tê ragirtin, diyar kir ku midûrê nû yê girtîgehê di nava hewldanên “provakatîf” de ye û bang li Baroya Amedê, OHD û ÎHD’ê kir ku li dijî vê îşkenceyê bi peywira xwe rabin.    Binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê roj bi roj zêdetir dibin. Xizmên 12 girtiyên li girtîgehê tên ragirtin bi sedemên binpêkirinên weke xwarinên nebaş, qutkirina avê, dayîna xwarinên kêm û xwarinên kêm karolî, di dema lêgerînên qawîşan de desteserkirina tiştên girtiyan ên ji kantînê kirine, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de ferzkirina lêgerîna tazî û muayeneya bikelemçe û hwd. û ji bo alîkariya hiqûqî, di 20’ê hezîranê de serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê dan.    Rojnameger Zeynel Bulut ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, li ser navê girtiyan nameyek şand û zextên midûrê girtîgehê yên nû vegot.    ‘PROVOKATORIYA MIDÛRÊ NÛ’    Bulut, da zanîn ku girtîgeha tê de dimînin ev 3 sal in ketiye fealiyetê û bi tayînkirina midûrê yekemîn ê nû Halît Serdar Bîçer re Girtîgeha Tîpa F a Hajmar 2 ya Amedê veguheriye navenda îşkencexaneyê. Bulut, ev agahî dan: “Midûr Bîçer, sepanên xwe yên keyfî li girtî û hikûmxwaran ferz dike û bi vê yekê re ne tenê binpêkirinên mafan, her wiha bi tevger û nêzikatiyê xwe rê li ber pirsgirêkan vedike û bingeha provokasyonan amade dike. Hinek ji van ev in; di hejmartina serê sibehê de li gel personelên saziyê dikeve odeyan û xwe têkilî alavên, cil û bergên hevalan dike. Bi ûslûbê xwe provakatoriyê dike. Amûrên teknîkî, cihê pêlavan, setilên avê, îskan û hwd. ên me ji kantînê kirine di dema hejmartinê de bi personelan dide komkirin an jî piştre pê dide komkirin. Ev nêzîkatî jî me û personelan rû bi rû dihêle. Rê li ber provakasyonan vedike.”    ‘ME Û DAIŞ’IYAN BI HEV RE DERDIXÎNE HEVDÎTINÊ’   Bi domdarî Bulut anî ziman ku DAIŞ’î û endamên rêxistinên sûcên biorganîzeyî li korîdorên wan hatine bicihkirin û wiha pê de çû: “Îcar wekî ku ev jî têr nekiribe, di dema hevdîtinên bi malbatan re de girtiyên siyasî û van çeteyan bi hev re derdixîne hevdîtinê. Di heman wextê de, li ode û kabînên rex hev hevdîtin tên kirin. Her wiha dema heval ji korîdorê re derbas dibin, silav didin hev û bi destê hev digirin. Lê vî midûrê nû ev jî qedexe kiriye.”   REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Bulut, têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî ev tişt anî ziman: “Hevalên me ji bo ku derkevin revîrê û ji hêla bijîşkan ve bên tedawîkirin, bi hefteyan li bendê disekinin. Lê hevalên me yan dernaxînin revîrê û yan jî heke derkevin jî bijîşk dermanên ew dixwazin nanivîsinin. Dema ev mexdûriyet ji midûr re tê gotin, dibêje; ‘li derve mirov bi mehan nikarin randevûyê bigirin.’ Bi van gotinan xwe diparêze û dibe sedem ku hevalên me êş bikişînin û nexweşiya wan giran bibe.”   ‘JIYAN VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ’   Bulut, destnîşan kir ku li girtîgehê bi dehan binpêkirinên mafan çêdibin û ji ber nêzikatiyên midûrê nû, jiyana li girtîgehê veguheriye îşkenceyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava rojê de bi saetan av nayê dayîn, xwarinên nebaş, xwarinên bêkalorî û kêm, firotina tiştên ne bi qelîte û biha yên li kantînê, li ser fermana midûrê yekemîn re komkirina qawîşan û hwd. Ev çendek pirsgirêkên li girtîgehê ne. Her wiha lêgerîna tazî û derbasbûna qawîşên bêaliyan li girtiyên nû tê ferzkirn. Têkildarî van binpêkirinan me bi dehan caran li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê gilî kir. Lê heta niha jî tu pêşketinek çênebû. Berevajî vê; midûrê yekemîn Halît Serdar Bîçer di van demên dawî de rê li ber provakasyonên mezin vedike û ev yek fikaran di serê me de çêdike.    EM BANG DIKIN KU LI PEYWIRA XWE RABIN   Midûrê girtîgehê hewl dide bi rola Esat Oktay rabe. Em van sepanên keyfî, îşkence, binpêkirin û helwestên provakatîf ên midûrê girtîgehê bi raya giştî re parve dikin. Banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan, ÎHD, OHD û bi taybet jî ji bo Baroya Amedê ew e ku li dijî vê derhiqûqtî û îşkenceyê bi peywira xwe rabin.”