Germavên Şirnexê dan ber firotinê 2023-06-25 09:02:53 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê germavên li navçeyên Elkê û Basayê dan ber firotinê.    Germavên Zumrutê yên li gundê Germav ê Elkê ya Şirnexê û Germavên Balkis Ana yên li navçeya Basayê dan ber firotinê. Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA), Şaredariya Elkê û Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê “Projeya Germavên Zumrutê” ku 4 milyon û 620 hezar TL pere lê xerc kiribûn, ji ber ku şaredariya hawirdor birêkûpêk nekir, nehat xelaskirin. Projeya ku 4 salan didomiya hêj xelas nebû ku dan ber firotinê.    Germavên Zumrutê û Germavên Belkis Anayê, dê di 11’ê tîrmehê de bi 10 milyon û 249 milyon TL’an bidin îhaleyê.    SOZÊN XWE PÊK NE ANÎN   Waliyê Şirnexê yê demê Hamza Pehlîvan projeya navborî bi van gotinan ragihandibû: “Germavên Zumrutê yên Elkê tên modernîzekirin. Projeya ku îhaleya wê ya înşaetê hatiye kirin ser xêrê be. Di projeya Germavên Zumrutê û Gundê Betlaneyê de 26 daîreyên apart, 2 vekirî û 2 jî girtî bi giştî 4 hawîz û tesîsên sosyal hene.” Lê belê ev soz nehatin bicihanîn û germav dan ber firotinê.    Pehlîvan, ji bo Germavên Belkis Anayê jî gotibû ku dê jinûve sererast bikin. Lê li gel ku bi ser re 2 sal derbas bûne jî proje nehat temamkirin û derxistin ber firotinê.    Midûriyeta Îmar û Başkirina Bajarvaniyê ya Daîreya Taybet a Şirnexê têkildarî firotina Germavên Belkis Anayê ji Meclisa Giştî ya Bajar a Şirnexê re teblîxat şand û jê re got ku nivîsa wan a têkildarî firotina Germava Belkis Anayê were hewalekirin.    MA / Zeynep Durgut