Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da 2023-06-24 10:56:43   DÎLOK - Li Dîlokê di bûyereke trafîkê de 6 kesan jiyana ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.   Duh bi şev li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê kamyonetek û otomobîlek li hev qelibîn. Di vê qezaya trafîkê de 6 kesên jiyana xwe ji dest da. Welatiyên bi navê Taha Kaçar, Mesut Taşdemîr û 4 kesên ji heman malbatê Cahît, Hatîce, Kardelen û Kadîr Sat jiyana xwe ji dest dan û welatiya bi navê Ebrû Sat jî bi giranî birîndar bû.   Li ser agahdarkirinê ekîbên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û welatiya birîndar û mirî rakirin nexweşxaneyan. Hat zanîn ku demek dirêj rê li çûnehatê hatiye girtin û paşê hatiye vekirin.