Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê 2023-06-24 09:02:15   ENQERE - Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, avêtina ser qawîşan veguheriye tiştekî sîstematîk. Di avêtina ser qawîşan de eşyayên girtiyan tên desteserkirin û çendî pirnaiya girtiyan ne li wir bin jî lêgerîn didome.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyeke sîstematîk. Her hefte midûrê girtîgehê, sergardiyan û zêdetirî 10 gardiyan bi hev re davêjin ser qawîşan. Çendî tê zanîn ku girtî bêyî destûra îdareyê nikarin tu tiştî bistînin jî, di avêtina ser qawîşan de her der tê serobinokirin. Kincên di dolab û çekmeceyan de tên derxistin. Çarşefên li ser nivînan tên rakirin, nivîn û betanî tên rakirin. Gava girtî gardiyanan hişyar dikin, gardiyan eksê dikin û hîn bêtir belav dikin.    'TOZA SPÎ!'   200 pirtûkên li ber penceyera qawîşê, di dema her lêgerînê de ji wir tên rakirin û pel bi pel tên kontrolkirin. Kovarên li qawîşê jî bi qofeyan ber bi jêrê ve tên avêtin. Tembûr û gîtara aîdî girtiyan ji çenteyên wan tên derxistin û wan davêjin erdê. Di avêtina ser qawîşê ya 8'ê Hezîranê de, karbonata ku berê di dema greva birçîbûnê d edabûn girtiyan hat desteserkirin û der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin. Di girtenameya lêpirsînê de ji bo karbonatê "toza spî" hatiye nivîsandin.    GIRTIYAN GILÎ KIR   Di 15'ê hezîranê saet di 15.00'an de car din di bin navê lêgerînê de avêtin ser qawîşan. Ji ber ku girtiyek li nexweşxaneyê bû û 3 girtî jî li sohebtê bûn, hat xwestin ku gava girtî bên bila qawîş bê kontrolkirin. Gardiyanên ku bi kamerayan li qata jor a qawîşê geriyan, li qadên hevpar çendî girtî ne bi wan re bûn jî kamera venekirin û wekî ku kamera vekiribin tomar kirin. Di dema lêgerînê de hemû ode û qadên hevapr hatin belawelakirin, çarşefên kevn ên ji be rtavê bi caman ve hatine vekirin hatin desteserkirin. Çendî hat diyarkirin ku ji bo girtî Rihan Kavak a çavên wê nerihet hatine daliqandin jî, hatin desteserkirin. Girtiyan têkildarî vê serî li îdareyê û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û gilî kirin.    MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Sîncanê ya Jinan