Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye 2023-06-24 09:02:01   KIRIKKALE - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan û zextên derûnî didome.   Li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê 6 girtî ji 12'ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne. Girtî Ridvan Kaya, Fîkret Erden, Serhat Erdemcî, Îhsan Oral, Baran Gul û Orhan Dûrok li dijî tecrîda li ser girtiyan di greva birçîbûnê de ne.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Omer Farûk Yazmaci di 19'ê hezîranê de hevdîtin bi girtiyan re kir. Yazmaci binpêkirinên mafan ên ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin ragihandin.    BIRTARA DADGEHÊ NAYÊ PÊKANÎN   Girtî Baran Gul bal kişandiye ser maumeleya xirab a ku e wû girtî pê re rû bi rû ne û ragihandiye ku ji xeynî Fîkret Erden di odeya wî de nikare pêwendiyê bi kesekî din re deyne, mafê wan ê sohbetê tê binpêkirin, kurs, atolye û aktîvîteyên din ên civakî tune ne û îdarey biryara daye ku yên di heman odeyê de bi hev re sporê bikin. Hat diyarkirin ku girtî Mûrat Karayel li dijî vê biryarê ewilî serî li dadgeriya înfazê û paşê jî li ya Girtîgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Kirikkaleyê daye. Piştî ku dadgeha cezayê giran biryar daye ku divê herî zêde 10 kes bi hev re sporê bikin, girtiyan serî li îdiareyê daye lê îdareyê bi tu awayî bersiv nedaye. Hat diyarkirin ku gava girtiyan hevdîtin bi midûr re kiriye, midûr ji wan re gotiye, "Li vir jiyana komunal tune ye. Ma qey xwarin ji we re nayê? Daxwazên bi vî awayî nayên qebûlkirin."    Girtî Gul ragihandiye ku di çûnhatina nexweşxaneyan de hundirê devê wan tê kontrolkirin û di dema hevdîtina parêzeran de jî di çûnhatinê de derxistina pêlavan li wan tê derxistin û ji roja ku dest bi greva birçîbûnê kirine îaşe nehatine dayîn. Gul bilêv kiriye ku serê odeyekê tenê lîmonek, 2 çay, kulmek şekir û xwê tê dayîn, lê av na.    Girtî Serhat Erdemcî jî ragihandiye ku roja dest bi greva birçîbûnê kirine heya niha 2 rojan carekê tên wezinandin û gotiye ku roja dest bi grevê kiriye 81 kîlo bûye, lê roja duduyan 80 kîlo û roja sêyan jî 84 kîlo û roja çaran û 80 kîlo bûye. Erdemcî ragihandiye ku îdareya girtîgehê bi eyarên mêzênê dilîze.    Fîkret Erden jî ragihandiye ku di meha nîsanê de emeliyat bûye, lê piştî emeliyatê hin dermanên ji bo xurtkirina hestiyan ku bijîşk jê re nivîsandine bi dest wî nakevin û ji bo vê 6 caran daxwazname daye îdareyê, lê dîsa jî dermanên wî bi dest wî neketine.    Girtiyan destnîşan kir ku heya li dijî van binpêkirina bi ser nekevin dê greva wan bidome.