Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne 2023-06-24 09:01:36 MELETÎ -  Li Meletiya ku di erdhejê de gelek avahî lê hilweşiyan, piştî erdhejê kirêyên xaniyan bihabûn. Welatiyên ku ji ber xaniyên wan xesar gihiştiyê xaniyên kirêkirî digerin, destnîşan kirin ku beriya erdhejê kiriyên xaniyan 2 hezar bûn û piştî erdhejê jî di bin 10 hezaran de xaniyên kirêkirî nînin.    Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê girtibû gelek avahî hilweşiyan û hejmareke zêde ya avahiyan jî xesareke mezin gihiştiyê. Li bajarê ku hêj di bin bandora erdhejê de ye, bi tevahî 31 hezar 604 avahiyên ku xesareke giran gihiştiyê tên hilweşandin. Li navenda bajêr pir kêm avahî hene ku zêde xesar negihiştinê. Lê avahiyên ku kêm xesar gihiştinê jî kiriyên wan biha ne û ji ber bihabûna kireyên xaniyan, welatî nikarin bikevin xaniyan û neçarî konan û koçberiya derveyî bajêr dibin. Tevî ku li gor qanûnan xwediyên xaniyan ji sedî 25'an zêdetir nikarin zamê li kirê bikin jî li Meletiyê qanûn hatiye binpêkirin û kirêyên xaniyan 5 qat biha bûne. Li navenda Meletiyê welatiyê bi navê Cûma Akdag ê 71 salî ku ji ajansa me re axivî, da zanîn ku kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne, ji ber wê jî nikare bikeve xaniyên kirêkirî û ji ber kontrola xaniyên kirêkirî nîne bertek nîşanî rêveberên dewletê da.   'KIRÊYÊN XANIYAN 5 QAT ZÊDE BÛNE'   Akdag, anî ziman ku xaniyê wan jî di erdhejê de xesar gihiştiyê û ji ber ku xaniyên kirêkirî bihabûne nikare ji xaniyê xwe derkeve. Akdag, bi lêv kir ku ev bi mehan e xaniyên kirêkirî digere û wiha got: "Li Meletiyê bajar nema ye, xaniyekî ku tu bêjî saxleme tune ye. Hemû kes xaniyan digerin lê xanî tune ne. Kirêyên xaniyên ku kêm xesar gihiştinê jî 10 hezaran e, milet dê çawa bikeve xaniyên kirêkirî. Yanî heqê av, ceyran û gaza xwezayiyê jî heye, milet nikarê ji bin derkeve. Tu hukmê kesî tune ye ku bikare van kirêyan bide. Beriya erdhejê xaniyên kirêkirî hezar û 500 an jî 2 hezar bûn lê niha ji heman xaniyan re 10 hezar lîre dixwazin."   'MILET JI NEÇARÎ DI KONAN DE DIMÎNE'   Bi domdarî Akdag destnîşan kir ku tu pergala ku kontrola xaniyên kirêkirî bike li bajêr tuneyê û wiha bertek nîşan da: "Yanî dev ji bajêr berdane, ev çend meh in ava paqij li Meletiyê tune ye lê tu kes pirs nake. Bi vê yekê wê çawa kontrola xaniyên kirêkirî bikin. Ev meh û nîve ez xaniyekî kirêkirî digerim lê tune ye. Heke bi van şert û mercan ez xaniyekî kirêkirî bibînim jî muçeyê min hemû wê biçe xaniyê kirêkirî. Ji xwe tenê muçeya min a teqawîdbûnê heye ji bilî wî tu pereyên min jî tune ne. Vê pergalê bi exlaqê civakê re lîstiye, civak ji aliye exlaqê ve, ew qas têkçûye ku erdhejê ji xwe re dikin firsenda qezenckirina pereyan. Yanî bi vî awayî milet wê çawa pêdiviya xwe ya xaniyan dabin bikin. Milet tevî germa havîne jî  ji neçarî di konan de dimîne."   MA / Mahmût Altintaş