108 şengalî vegeriyan warê xwe 2023-06-23 18:30:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku 108 penaberên li wargehên Dihokê vegeriyane Şengalê.    Vegera ji bo Şengalê roj bi roj zêde dibe. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya bernameya hikumetê ya ji bo vegera koçberan de, îro 108 penaberên li wargehên Dihokê vegeriyane warê xwe Şengalê.   Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo vegera koçberan ya ji bo Şengalê, hemû amadekarî kirine û penaberên vedigerin Şengalê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin.