HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’ 2023-06-23 16:12:11   ENQERE - HDP’ê bertek nîşanî berdana polîsên ji ber îşkenceya li Y.D.’yê 14 salî kiribûn hatibûn girtin da û wiha got: “Darazê ji polîsên îşkencekar re gotiye ‘em li pişt we ne’.”   Li navçeya Licê ya Amedê di 21’ê Adarê de polîsan zarokê bi navê Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. 3 polîsên di çarçoveya lêpirsîna îşkence û revandinê hatibû destpêkirin de hatibûn girtin, hatin berdan. Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî berdana her sê polîsan dan.    HDP’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku bi hinceta “hêmanên sûcê îşkenceyê pêk nehatine” biryara berdanê daye û wiha got: “Lê Dadgeha Ceza ya Asliye ya Licê bi hinceta ku kiryarên polîsan ên li dijî zarokê 14 salî di çarçoveya ‘Sûcê îşkenceyê’ de ye û biryara bêerkiyê dabû. Ev geşedana dawî ji xelatkirina pratîka bêcezatiyê ya polîsên îşkencekar, pêşî li îşkenceyên nû vekirinê û dawiya dawî gotina darazê ya ji faîlan re ‘em li pişt we ne’ zêdetir wateyeke wê nîne.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tişta polîsên faîl ku tudnî li zarokên kurd kirine bi hemû hêmanên xwe re sûcê îşkenceyê ye. Bê ceza hiştina sûc û sûcdarên wê û nemeşandina darizandinên bi bandor ne li gorî hiqûqa navneteweyî ne jî ya navxweyî ye. Ev rêbaz, sîstema hiqûqê ya dualî ku yekser nîşan dide ku qanûn li gorî mirovan, erdnîgarî û bûyeran û ji bo armancên siyasî tê meşandin. Bi vê bêhiqûqiya ku wijdan rayagiştî diêşîne, nayê qebûlkirin ku kiryar bê ceza bên hiştin. Di encama darizandineke bi bandor de pêwîst e biryarên ku di nav de cezayên pêwîst jî hene bên dayîn û failên îşkenceyê bê ceza neyên hiştin.”