Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e 2023-06-23 09:47:46   WAN - Xelkê Wanê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê wek berdewamiya “dijminatiya kurdan” nirxandin û bal kişandin ser girîngiya yekitiya kurdan û gotin: “Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e.”    Ji roja ku li rojavayê Kurdistanê kurdan şoreş û xweseriya xwe ragihandiye heta îro bi gef û êrişên Tirkiyeyê re rûbirû ye. Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter bêhed û bêhesab êrişî gund, bajarok, navçe û bajarên rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Herî dawî balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) ya Tirkiyeyê di 20’ê hezîranê de li Qamişlo êrişî wesayîtek kir û di êrişê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cigira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan welatiyê sûryan Firat Tuma hatin qetilkirin.    Di êrişên Tirkiyeyê de ji sala 2019’an heta niha 9 jinên ku di Şoreşa Rojava de bir ola xwe rabûne û pêşengiya têkoşînê kirine hatin qetilkirin.    Welatiyên ji bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û destnîşan kirin ku ew van êrişan wek dijminatiya kurdan nirxandin û divê kurd li dijî van êrişan yekitiya xwe ava bikin.    ‘KURD LI ÇÎNÊ BIN JÎ WÊ ÊRIŞÎ WAN BÊ KIRIN’    Kerîm Ûysal diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê tu kurd bî sedemek bes e ji bo êrişan û got: “Kurdek li Çînê be jî Tirkiye diçe êriş dikê. Divê kurd bi ruhê yekitiyê nerazîbûn nîşanî êrişan bidin. Bi van êrişan ne dikarin kurdan biqedînin ne jî dikarin wan paşve bibin. Heke ku kurdan bi van êrişan paşve gav biavêta wê heta îro paşve biavêtina.”    ‘DIVÊ KURD YEKITIYA XWE AVA BIKIN’    Cevdet Altindag jî anî ziman ku êrişên li dijî Rojava pêk tên li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Dijminatiya li ser kurdan berdewam dike. Erişa li dijî miletek ku ji bo azadiya xwe û mafên xwe têdikoşe dijminatî ye. Hinceta êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê polîtîkaya dijminatiyê ye. Bi salan e ev dijminatî berdewam dike. Tirkiye bi hişmendiyek ‘hêza min heye, çekên min hene, ez ê her kesî bikujim û tune bikim’ tevdigere. Ji ber van polîtîkayên şer ne Tirkiye ne jî kurd negihîştin aramiyê. Dawiya dawî çi dibe bila bibe wê aştî pêk were. Divê kurd jî yekitiya xwe ava bikin û hêza xwe nîşan bidin û daxwazên xwe biqirîn.”    ‘TU DEWLET BI SER NEKET’   Mehmet Salih Işik jî destnîşan kir ku li dijî êrişan pêwîste yekitiya kurdan xurt bibe û wiha got: “Bi kuştin û qetlîaman wê tu demê aştî bi ser nekeve û çimkî heta niha tu dewletê viya bi ser nexistiye. Bi diyalogê serkeftin tê bidestxistin. Divê beriya her tiştî kurd yekitiya xwe ava bikin.”    ‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ TU RÊYEK DIN NÎNE’    Delîl Îtah jî da zanîn ku kurd li çar parçeyên Kurdistanê di bin zilmek giran de ne û got: “Bi taybetî êrişên li ser kurdên rojavayê Kurdistanê zêde bûne. Piştî hilbijartinê Erdogan êrişan zêdetir kir. Ez wek ciwanek kurd viya qebûl nakim. Divê gelê me, ciwan, extiyar, zar û zêç her kes li ber van êrişan rabe. Pêwîste em vê pêvajoyê baş bixwînin. Ji xeynî berxwedanê tu rêyek me ya din nîne. Divê gelê me yê li çar parçayena bertek nîşanî van êrişan bide.”    ‘ÇI LI SADDAM HAT KIRIN?’    Welatiyê bi navê Nîhat Akkoyûn jî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bi hevkartiya Iraqê û Sûriyeyê pêk tên û got: “Tirkiye bi hevkartiya Sûriyeyê û Iraqê qetlîaman pêk tîne. Dibêjin bila kurd tune bibin çi dibe bila bibe. Bi şerê li dijî kurdan hebûna xwe nîşan didin. Bi vî awayî wê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin û aştî jî nayê. Divê Tirkiye siberoja xwe bibîne. Bi vê zilmê tiştek naçe serî. Kesî bi qasî Saddam Huseyîn û Kaddafî zilmê nekir. Baş e, dawiya wan çi lê hat? Parçe bûn û tune bûn. Ji ber vê yekê Tirkiye jî heta bi kurdan re rûnenê û yekitiyê ava neke, wê ne aştî û ne jî aramî were. Di şer de ne kurd ne jî tirk naqedin. Dîsa tişta ku dibe tê serê ciwanên me. Ciwanên kurd û tirk dimirin.”    Lutfu Yildiz jî anî ziman ku heke yekitiya kurdan ava bibe wê êriş jî neyên kirin û wiha got: “Beriya her tiştî yekitiya me kurdan tune ye. Heke mirovên me nebin cerdevan, makarnaxwir wê ev jî nebe.”    MA / Omer Akin - Bêrivan Kûtlû