‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’ 2023-06-22 14:31:46   EDENE - Platforma Elewiyan a Edeneyê diyar kir ku Komkujiya Sêwazê organîzekirî ye û wiha got: “2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye.”   Platforma Elewiyan a Edeneyê têkildarî kesên di 2’yê tîrmeha 1993’yan de li Sêwazê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li Parka Medimakê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevkê Demê yê Platforma Elewiyan Hamît Karaogûllari yê di daxuyaniya ku gelek kes tev li bûn de axivî, diyar kir ku komkujî organîzekirî bû û wiha got: “Ev roj wê di dîrokê de weke roja şermê û roja mirovahî hatiye şewitandin bê bibîranîn. 2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye. Em dixwazin otela Madimakê bibe muzeya şermê. Heman lîstik û senaryo li erdnîgariyên cuda li ser me tên lîstin. Berpirsyarên komkujiyên weke Madimak, Mereş, Çorûm, Gazî û hwd. dewlet e. Divê dewlet bi van hemû komkujiyan re hevrû bibe. Komkujiyên ku pê re hevrû nebin wê di dîrokê de weke lekeyeke reş bimîne.”   Piştî daxuyaniyê bi stranên hatin gotin re qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.