Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin 2023-06-22 13:59:03   AMED - Di danişîna doza bi îdiaya “propaganda rêxistinê” li siyasetmedara kurd Emîne Ayna de hatiye vekirin, dozger jê re ceza xwest.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Emîne Ayna bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Danişîna 5’emîn a doza Ayna li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Ameê hat lidarxistin. Ayne tev li danişînê nebû û parêzerê wê Resûl Temûr di danişînê de amade bû. Danişîn bi mutalaya derbarê dozê ku dozger pêşkêş kir de dest pê kir.    Dozger xwest ji ber “propaganda rêxistinê” ceza li Ayna bê birîn. Dozger îdia dike ku Ayna dema Hevseroka Giştîy a DBP’ê bûye di navbera 2013’an û 2016’an di xebat, çalakî û daxuyanî û bernameyên tev li bûye de “propaganda rêxistinê” kiriye. Dozger xwest ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê li Ayna bê birîn.    Parêzer Resûl Temûr ji bo dikaribe li dijî mutalayê parastinê bike daxwaza dema zêde kir. Şandeya dadgehê daxwaza Temûr qebûl kir û danişînê taloqî 5’ê cotmehê kir.