Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin 2023-06-22 10:46:10   ÎZMÎR - Hate diyarkirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê ji bo binpêkirinên mafan şermezar bikin qawişa li bloka B’yê 2 caran şewitandine.    Hate diyarkirin ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklarê ji bo binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin şermezar bikin di 15 û 19 Hezîranê de qawişa li bloka B’yê şewitandine. Hate ragihandin ku girtiyên ji dû bandor bûne birine revîrê.    Yek ji parêzerê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê parêzer Onûr Can Aykût ê bi girtiyan re hevdîtin kir, piştrast kir ku li dijî polîtîkayên tecrîdê yên didomin, ragirtina girtiyên siyasî ya li blokên cuda û pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê, girtiyan 2 caran agir berdane qawişên xwe.   ZEXT HATIN ZÊDEKIRIN   Aykût, da zanîn ku piştî çalakiya hate kirin aktîvîteyên sporê û yên weke wê hatin kirin û zext hatine zêdekirin. Aykût, anî ziman ku girtiyan ji wî re gotiye ku midurê yekemîn ê girtîgehê pirsgirêk şexsî kiriye û gotiye “Heta ku ez li vir bim rewş nayê guherîn. Ez parêzer û malbatan jî nagirim.” Aykût, diyar kir ku hewldaneke dozgerê girtîgehê jî ji bo çareseriyê nîne û da zanîn ku daxwaznameyên giliyê ku girtî dişînin jî nayên bersivandin.   TÊ PAYÎN KU ŞANDEYEK BIÇE GIRTÎGEHÊ    Tê payîn ku şandeya ji Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Îzmîrê Şukran Ozturk û Velat Zeren û parêzer Halîl Coşkûn û Nehîr Bîlece pêk tê, wê têkildarî binpêkirinên mafan bi girtiyan re hevdîtinê bikin.