Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin 2023-06-21 22:24:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma ku di êrişa SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin, li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin veşartin.    Di merasîmê birêkirina cenazeyê Yusra Derwêş û Leyman Şiwêşê de ku di êrişa SIHA'yê ya Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin, heval û dostên wan soza pêkanîna hêvî û şopandina rêya wan dan. Axêveran da zanîn ku îradeya pêkhateyan sembol e, Rêveberiya Xwerser jî dê bi îradeyan wan bimîne.   Bi hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) bi rê kirin. Merasîm li Goristana Şehîd Isamîl a navçeya Amûdê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM, heval, dost û malbatên şehîdan li dar ket.   Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El-Seyd axivî û got: “Ev girseya li vir,  nîşan dide ku tu hêz nikare moral û vîna me têk bibe. Ez destpêkê sersaxiyê ji Rêbertî re dixwazim, ji ber ku ew e yên jinên qehreman da pêş. Dijmin jinên pêşeng hedef digire ji ber ku ji rola wan a qehreman ditirse.”   SOZA PÊKANÎNA HÊVIYÊN ŞEHÎDAN   Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û da zanîn ku dewleta tirk ji bo piştgiriya terorê û dagirkirina Sûriyeyê bike, asta êrişên xwe zêdetir kiriye, bi van êrişan aloziya di hundirê Tirkiyeyê de vedişêre.   Her wiha Yunis diyar kir ku hemxetî ragihandina Rêveberiya Xweser ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike, êriş herêmê dike û ev li gotinên xwe zêde kir: “DAIŞ`ê `zarokên Erdogan` in û dixwaze projeya demokratîk a gelan têk bibe û gelan bê îrade bihêle. Hêzên ku di civînên Astanayê de hazir dibin bazaran li ser gelê Sûriyeyê dikin, ev civîn jî berdewamiya komploya li dijî gelê me yê azadîxwaz e.”   Yûnis balkişand ser bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê û wiha domand: “Êdî bes e, bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarê van komkujiyan in. Gelê herêmê ji bo aramî û ewlehiya cîhanê berdêlên pir giran dane. Divê li hemberî projeya Rêveberiya Xweser hûn bi berpirsyariyeke exlaqî rabin. Divê bi erka xwe ya li hemberî hêviyên gelê Sûriyeyê rabin.”   Yûnis di axaftina xwe de da zanîn ku însiyatîf û sîstema Rêveberiya Xweser hêz û nimûneye ji aloziya Sûriyeyê re.   Her wiha Yunsi, Yusra, Leyman û Firat bi bîr anî û got: “Rîhan têkoşer, berxwedêr û milîtan bû, Yusra dev li ken, mamoste, rêveber û jina pêşeng bû. Firat jî fedekar û leheng bû. Divê ji bo şopandina rêya wan gelê me li derdor rêveberiya û hêza xwe bicive û siyasetên qirkirinê têk bibe. Em jî heta pêkanîna hêviyên van şehîdan li ser piyan bin.”   `JI BO BIBE DENGÊ JINA AZAD 38 SALAN TEKOŞÎNA AZADIYÊ KIR`   Endama Koordînasyona Kongreya Star Rûken Ehmed li ser navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û anî ziman ku ew careke din 2 jinên şoreşger oxir dikin, bal kişand ser şehîd Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) û got: “Rîhana Kurdistanî ye, ji ber ku li Amûdê, Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Amadê, Mehebat, Silêmanî û Hewlêrê bû. Ya Zagros û Botanan bû, tekoşîneke bê hempa daye meşandin. 2016`an piştî rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê derbasî Minbicê bû, bi pêkhateyên wê re kar da meşandin. Ji bo bibe dengê jina azad 38 salan têkoşîna azadiyê kir.”   Rûken Ehmed da zanîn ku ji ber biryara darizandina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, hevkarê wan Erdogan ji bo parastina DAIŞ`ê kete tevgerê û got: “Pêwîst e em Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz û Cerablusê vegerînin. Wê kesayetên azad xwedî li Sûriyeyê derkevin, ne kesayetên xwefiroş ku niha li hev dicivin.  Em soz didin ku nehêlin bihustek ji axa me careke din dagir bibe.”   'ÎRADEYA PÊKHATEYAN SEMBOL E, RÊVEBERÎ JÎ WÊ PÊ BIMÎNE'   Hevserokê Partiya Yekitiya Suryana Senherîb Bersûm jî axivî û diyar kir ku ji dîrokê heta roj îro dijmin yek e, ew jî zihniyeta dewleta Tirk a dagirker e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewlet xwe li ser qirkirina gelê Suryan, Ermen, Kurd û civaka elewî û êzdî ava kiriye, heta niha jî hewldanên xwe yê qirkirinê dike.”   Bersûm got: “Em xwedî mafekî ne, em her dem serkeftî ne ji ber ku em xwedî îrade ne û bi şehîdan ve girêdayî ne. Gelê me li herêmê di nava hevgirtinekê de dijîn, xwîna me bûye yek bi vê yekê jî em soz didin şehîdên xwe. Îradeya pêkhateyan sembol û ronahî ye û dê Rêveberiya Xweser pê bimîne.”   `MEŞA lI SER ŞOPA ŞEHÎDAN, SERKEFTINÊ TEKEZ DIKE`   Paşê li ser navê malbata Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf axivî û got: “Her du şehîd sembola jinên Kurd e. Şehadet destanek e ji ber di hindirê xwe de evînekê dihewîne. Heke gel bi dil û can li ser şopa şehîdên xwe bimeşe wê tekez serkeftinê bidest bixe û planên dijminan têk bibe.”   Piştî axaftinan cenazeyên Derwêş û Şiwêşê li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin veşartin.    TUMA BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HAT VEŞARTIN   Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamê Meclisa Kantona Qamişlo Firat Tûma ê di êrîşa balafira bêmirov a dewleta tirk de li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê de jiyana xwe ji dest dabû , li Goristana Keldan a li taxa Siyahî ya Qamişloyê veşartin.   Bi dehan şênî û nûnerên saziyên Suryan û Keldan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Tuma bûn. Kerwanê cenazeyê Firat Tuma ji pêşiya mala wî ya li Qamişlo bi lidarxistina ayînan ji aliyê endamê Komeleya Çandê ya Suryan ber bi dêra Mar Yaqûb El Nesîbînî ya Keldan ve bi rê ket.   Piştî nimêjê, kerwanê cenazeyê ber bi Goristana Keldan a li taxa Siyasî ya Qamişlo ve kete rê. Li goristanê hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîre Gewriye axivî û destnîşan kir ku êrişên rojane yên dewleta tirk li dijî herêmê bi armanca derxistina tevliheviyê û tirsê di nava gelê herêmê de ne.   Dû re Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Vîviyan Beho Osê axivî û sersaxî da malbatan û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Rêveberiya Xweser didomîne, bi taybet piştî ragihandina rêveberiyê ku wê dest bi darizandina çeteyên DAÎŞ`ê bike, êrîş zêdetir bûn. Ev darizandin wê destên veşartî yên li dijî vê rêxistinê, eşkere bike.”   Vîviyan wiha berdewam kir: “Aliyên navneteweyî û herêmî hene ku naxwazin aloziya li herêmê bi dawî bibe. Lê belê dixwazin ev alozî şax bide û çareserî pêk neyên.”   Vîviyan destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyan, xebatên wan berdewam in û bang li hêzên garantor kir ku agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînin û berpirsyariyên xwe bînin cî û dawî li terora dewleta tirk bînin.   Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryanên Asûr ve hate xwendin û di dawiyê de girseyê cenazeyê Tuma li goristanê veşart.