Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin 2023-06-21 13:56:07 AMED - Li navçeya Rezanê bekçiyê bi navê Mehmet Kan bi sîlehê êrişî pismamên xwe yê bekçî Kadrî Kan û Hayrî Kan ên birayê hev kir û her du kes jî hatin kuştin.  Li semta Bayramoglû ya navçeya Rezana Amedê li hundirê marketekî di navbera bekçiyan de êrişa çekdarî pêk hat. Bekçiyê li Midûriyeta Polîsan a Amedê wezîfedar e Mehmet Kan bi sîleha xwe çû marketê û êrişî pismamên xwe Hayrî Kan û Kadrî Kan ên birayên hev in kir. Her du kes jî di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişê Mehmet Kan bi tevî çeka xwe teslîmî polîsan bû.    Hat zanîn ku piştî lêkolîna li cihê bûyerê cenaze rakirin morga nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku Kadri Kan jî li Midûriyeta Polîsan a Amedê bekçî ye û Hayrî Kan jî li Midûriyeta Polîsan cîgirtiya teknîsyeniyê dike.    Walîtiya Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku bûyer bi sedema “xisûmetiyê” pêk hatiye.