Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin 2023-06-21 11:59:49   ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklarê diyar kirin ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin, çalakiyên sporê tên astengkirin, cezayên disiplînê yên keyfî li wan tên birîn û wiha gotin: “Ji ber ku dayikekê peyva ‘bijî’ bi kar anî, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate dayîn.”     Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên heyî, bi rêya malbatên xwe nameyek ji ajansa me re şandin. Di nameyê de girtiyan bal kişandin ser sepanên keyfî yên rêveberiya girtîgehê. Girtiyan, wiha got: “Ji bo ku hemû sepanên antîdemokratîk û zextker ên tên jiyîn û hewl bidin bidin jiyîn bi dawî bibin, em dixwazin hûn piştgiriyê bidin têkoşîna me û dengê me bigihînin raya giştî ya neteweyî û navneteweyî.”    FIKARA EWLEHIYA CAN    Girtiyan da zanîn ku zêdetirî salek û nîve hinek hevalên wan ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Îzmîrê li bloqên cuda tên ragirtin û ev agahî parve kirin: “Hevalên me Alî Şahîn, Davût Onder, Abdullatîf Karaaslanli, Şukru Çîçek, Denîz Ataş ku ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kirikkaleyê sirgûnî vê derê hatine kirin, li bloqên cuda yên saziya em lê dimînin tên ragirtin û bi darê zorê wan li beşên komên ji sûcên cuda û korîdoran tên ragirtin. Ji bo ewlehiya canê hevalên me fikarên me hene. Em her tim di nava fikaran de ne ku tiştek bi serê hevalên me bê. Vê rewşê êdî tu sînorên tehemûlê bo me nehişt. Hevalên me li cihekî cuda tên ragirtin û ev yek derusûlî û derqanûnî ye. Di xal û rêziknameyên Lijneya Înfazkirina Cezayan de ev rewş weke derqanûntî tê destnîşankirin. Tevî vê yekê jî hevalên me nayînin cem me. Ji bo hevalên me bînin vê derê me gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê da lê tu bersivên erênî nedan me.”    BÊTEHEMÛLIYA JI BO KURDÎ   Bi domdarî girtiyan diyar kirin ku li seranserî cîhanê 40 milyon kurd bi zimanê kurdî diaxivin û rêveberiya girtîgehê tehemûla zimanê kurdî nake û wiha hat gotin: “Di hevdîtina vekirî de dayika hevalê me peyva ‘bijî’ bi kar anî. Ji ber vê peyvê jî cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan hate dayîn. Di ewraqên hatine teblîxkirin de ji bo kurdî pênaseya ‘zimanekê nayê fêmkirin’ tê kirin. Ev yek, bêtehemûlî û êrişa li hemberî zimanê kurdî ye.”    CEZAYÊN DISIPLÎNÊ YÊN NEHEQ   Girtiyan, diyar kir ku lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û ev agahî parve kirin: “Me ev rewş bi saziyên têkildar re parve kir û me xwest ku têkildarî kesên ji vê rewşê berpisyar lêpirsîn were destpêkirin. Lê belê di vê mijarê de tu kirarî nehatin kirin. Mijara behsa xeberê rewşekî cidî ye. Hewl didin vê rewşê veşêrin. Ji bo ku ev rewş bigihije encamekê û ji bo sedemekî me qaneh dike were kirin, me xwest bi midûrê yekemîn re hevdîtinê bikin. Lê belê midûrê yekemîn ê saziyê bi me re hevdîtinê nake û tu bersivan nade daxwazên me. Rêveberiya girtîgehê ji bo ku ev sepanên derexlaqî bi dawî bibin tu hewldanan nake. Ji ber ku em dengekî bilind li dijî van sepanan derdikevin, cezayên disiplînê dide me. Herî dawî jî di 30’ê hezîranê di bin navê disiplînê de cezayê ‘heta mehekê dê nekarin amûrên ragihandinê (telefon) bi kar bînin’ dan me. Bi van cezayan hewl didin me bêdeng û bêzar bikin.”    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’   Di berdewamê de girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Gelek hevalên me yên nexweş hene ku nexweşiyên wan kronîk in. Ev hevalên me nikarin li girtîgehê bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Bi awayekî tendurist û baş nayên tedawîkirin. Ev yek jî dike ku rewşa wan hêj xerabtir bibe. Ji van hevalan hinek jê li odeyên cuda bi tena serê xwe tên ragirtin. Bi tena serê xwe nikarin odeya xwe paqij bikin. Ji bo ku van hevalên me di zûtirin demê de bînin odeyên me, me gelek caran daxwaz ji rêveberiya girtîgehê kir. Lê belê di vê mijarê de tenê gavekî biçûk jî nayê avêtin. Ev hevalên me raste rast terkî mirinê tên kirin. Nahêlin hevalên me ji berdana bi kontrola edlî û cureyên înfazê yên cuda sûd bigirin.”    ASTENGKIRINA ZIYARETVANAN   Girtiyan, daxuyand ku navên ziyaretvanan ên di kontenjana ziyaretvanan de bi hincetên cuda û bêbingeh tên jêbirin û wiha domandin: “Xala qanûnê ya ku weke bingeha vê sepanê tê nîşandan, ji bo ziyaretvanên nû derbasdar e. Di vê xala navborî de bi tu awayî nayê gotin ku divê navên kesên di demên berê de hatine qeydkirin bila werin jêbirin. Li gel vê, heke rewşeke wiha hebe jî ev yek raste rast binpêkirina xalên 20 û 22’yemîn ên Destûra Bingehîn e.bi vê yekê hewl didin têkiliya me ya bi derve re bi temamî qut bikin.”    ÇALAKIYÊN SPORÊ TÊN ASTENGKIRIN   Di berdewamiya nameyê de girtiyan bi lêv kirin ku nikarin baş ji spor û çalakiyên sporê sûd bigirin û ev agahî dan: “Ji bo sporê her hefteyê tenê 40 deqeyan destûrê didin û tenê cureyekî sporê ye. Heta em tên cihê sporê ji xwe nîviya vê demê diçe. Anku em dikarin tenê 20 deqeyan sporê bikin. Ji ber vê rewşê jî em nikarin sporê bikin. Ev rewş bandorekî neyînî li ser tenduristiya me dike. Di qanûn û rêziknameyan de tê gotin ku divê hefteyê herî kêm 10 saetan destûr were dayîn lê tenê ji bo 40 deqeyan destûrê didin. Sedema vê rewşê jî helwesta keyfî ya rêveberiya girtîgehê ye.”    BI XWARINAN MIROV TÊR NABIN   Girtiyan got ku xwarinên tên dayîn girtî pê têr nabin û vê yekê jî bandoreke giran li ser tenduristiya girtiyan kirye.    SERDAN TÊN BISÎNORKIRIN   Nameya girtiyan wiha dom kir: “Hevdîtina li ser telefonê ya heftane tenê bi 10 deqeyan hatiye bisînorkirin. Li gorî xalên qanûna hejmar 52-75, dema hevdîtina li ser telefonê ya heftane 30 deqe ne. Tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî ev dem daxistiye 10 deqeyan. Ev rewş tê wateya binpêkirina mafên me yên makeqanûnî û binpêkirina ‘mafên me yên rêzgirtina li hemberî malbat û jiyana taybet.’ Em dixwazin ku ev rewş bi dawî bibe. Em nikarin mafê xwe yê serdanê baş bi kar bînin. Dema hevdîtinan di qanûnan de weke saet û nîv hatiye destnîşankirin lê rêveberiya girtîgehê destûrê dide ku em tenê saetekê hevdîtinê bikin. Bi vê yekê re mafên me yên qanûnî tên xespkirin.”    ASTENGKIRINA ÇAPEMENIYA MUXALÎF   Girtiyan got ku di pergala weşanê ya navendî ya rêveberiya girtîgehê de tenê destûra kanalên nêzî îktîdarê hene û tevî daxwaza wan jî rêveberiya girtîgehê destûra rojname û kanalên muxalîf nade.    SEPANÊN KEYFÎ   Bi domdarî girtiyan daxuyandin ku malbatên wan bi rêya postayê ji wan re gotar, çîrok, fotokopî û hwd. dişînin lê rêveberiya girtîgehê nade wan û ev tişt gotin: “Li gel ku tu bingehekê wê yê qanûnî nîne jî, mafê me yê ragihandinê bi awayekî keyfî tê astengkirin. Her wiha hinek wêneyên gund û menzereyan ên bi rêya postayê tên şandin jî radestî me nayên kirin. Tevî ku sepanên derqanûnî ne jî rêveberiya girtîgehê di pêkanîna van sepanan de biisrar e. Hevalên me yên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn nikarin bi tena serê xwe sporê bikin û ev sepanên keyfî raste rast encama nêzikatiya girtîgehê ne. Em dixwazin ku ev sepan bi dawî bibin û hevalên me jî bi me re derkevin sporê.”    BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIRIN   Nameya girtiyên siyasî wiha bi dawî bû: “Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em dixwazin bi midûrê yekemîn ê girtîgehê re hevdîtinê bikin lê bi tu awayî erênî nêz nabe. Ev yek jî dike ku pirsgirêkên heyî hêj mezintir bibin. Midûrê yekemîn ê saziyê peywirên xwe pêk nayîne. Bi vê yekê re xetereyê li ser ewlehiya jiyana me çêdike. Em li girtîgehê her roj bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Rêveberiya girtîgehê bi pirsgirêkên me re eleqedar nîne. Ji bo ku ev rewş bi dawî bibe û pirsgirêkên heyî bên çareserkirin, em dixwazin hûn bi rolekî çalak rabin, bi cihên eleqedar re peywendiyan deynin û dengê me bi raya giştî bidin bihîstin.”