Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin 2023-06-21 10:01:23     HATAY - Di roja 135’emîn a erdheja li Antakyayê de di xebatên rakirina kavilan de cenazeyê jinekê hate dîtin.    Li Hataya ku yek ji bajarên di erdhejên navenda wan Mereşê de xesareke herî giran gihiştê, cenazeyê jinekê hate dîtin. Cenazeyê jina ku duh di dema rakirina kavilê Apartmana Koşe ya Taxa Kişlasaray a girêdayî navçeya Antakyayê de hate dîtin rakirin morga nexweşxaneyê.