Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin 2023-06-21 09:08:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Ekolojîst Serwer Qeredaxî diyar kir ku ji ber êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê hevsengiya ekolojiyê xera bûye û anî ziman ku birîna daran û êrişên li ser herêmê her deverê dişewitîne û herêmê ber bi çolbûnê ve dibe.    Êrişên dewleta tirk ên di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê hatin destpêkirin didomin. Êrişên ku du sal in li ser herêmê didomin çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn. Li gel şêniyên herêmê, hawirdora herêmê û zindiyên herêmê jî ji vê bi awayeke neyînî bibandor dibin. Her wiha şirketên Tirkiyê bi hevkariya PDK'ê li başûrê Kurdistanê jî daran dibirin. Serokê Partiya Keskan a Herêma Federal a Kurdistanê Milko Bazyanî daxuyandibû ku bi rêya şîrketeke Tirkiyeyê li herêma Behdînanê bi hevkariya PDK'ê li herêmên ku êrişên Tirkiyeyê lê dewam dikin heta niha 4 mîlyon dar hatin birîn û li dijî vê yekê wan li Neteweyên Yekbûyî (NY) giliyê Tirkiyeyê kirine. Li herêmê talankirina xwezayê û daristanan dewam dike, ji ber birîna daran û bikaranîna çekên kîmyewî gelek cureyê zindiyan jî tune dibin. Ekolojîst û xwezaparêz Serwer Qeredaxî der barê êrişên li ser xwezaya herêmê pêk tên axivî.    'DIXWAZIN HERÊMÊ BÊNEFES BIHÊLIN'   Qeredaxî anî ziman ku êrişên dewleta tirk zêdeyî salekê êrişî dibe ser herêmê û got ku zerareke mezin gihandiye xwezaya herêmê û wiha got: "Şer li ku dibe bila bibe, ji xerakirina jîngehê û wêrankirina ekolojîk pê ve ne tiştekî din e. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk zêdetirî 2 sal in li ser herêmê didomin. Êriş bi çekên qedexekirî yên navneteweyî, ango çekên kîmyewî, tên kirin. Bikaranîna çekên kîmyewî metirsiyeke cidî li ser tenduristiya mirovan çêdike, di heman demê de hevsengî û zirareke mezin li ser hawirdorê jî dike. Ji aliyekî ve li ser xwezaya herêmê ev êrişe hene û aliyekî jî darên herêmê tên birîn. Ev hewldana  tinekirina dar û ava Kurdistanê ye. Hewl tê dayîn ku vê erdnîgariyê bê nefes bihêlin. Ev êriş tunekirina hawirdora herêmê ye. Dar û ava vê herêmê ev 2 sal in di bin van êrişan de ye, êrişên bi çekên kîmyewî dibe sedem ku herêm bibe çol,dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê jî. Divê pêşî li van êrişan û birîna daran û tinekirina daristanan bê girtin. Ji ber ku pêşî lê neyê girtin, ev yek wê bandorê li ser çavkaniyên avê jî bike û ne tenê Herêma Kurdistanê, her wiha Tirkiye bi xwe jî ji vê yekê bandor bibe. Ev dibe sedem ku çavkaniyên avê ziwan bibin û tune bibin. Ev tiştên ku em qal dikin rasterast bandoreke neyînî li ser avê kiriye û heke wiha berdewam bike dê bidome.”   'GAV BI GAV BER BI ÇOLBÛNÊ VE DIÇE'   Hawirdor Qeredaxî bal kişand ser birîna daran a ku ji aliyê şîrketeke tirk ve bi hevkariya PDK'ê li herêma Behdînanê hatiye destpêkirin û got: "Birîna 4 mîlyon daran tê wateya tunebûna zêdeyî 4 mîlyon çûk û heywanan. Ev jî tê wateya tunekirina çavkaniya oksîjenê ya mirovan. Ev tê wateya kuştina jiyanê. Dar û ax hêz û çavkaniya ku jiyana mirov û ajalan hevseng dike ye. Birîna daran, jehrîkirina axê û tinebûna ajalan dê li herêmê hejmara çolan zêde bike. Herêm gav bi gav ber bi çolbûnê ve diçe. Ev jî wê herêmê ji qadeke jiyanê derbixîne.  Ji bo vê divê demildest gav bên avêtin. Divê hikûmet bi berpirsyarî tevbigere û li dijî vê tunekirina ekolojîk gavên girîng biavêje."   JI LÊKOLÎNÊ RE DESTÛR TUNE YE, JI TALANÊ RE HEYE    Qeredaxî da zanîn ku beriya niha jî gelek caran hewl dane li herêmê lêkolînan bikin, lê her carê pêşiya wan hatiye girtin û wiha got: "Em vê talan û wêraniyê dibînin. Mixabin em neçûn herêmên ku ev komkujî û êriş lê çêdibin. Ji ber vê jî me lêkolîneke berfireh nekiriye û sedemên vê yekê jî hene, ji ber ku ev dever herêmên ku şer lê qewimîne, destûr nayê dayîn ku em biçin wir, em dixwazin biçin cihên ku dar lê hatine birîn. Ji bo vê jî hewldanên me hene. Lê destûr nayê dayîn ku bikevin herêmê, tîmek heye ku dixwaze biçe van deveran û lêkolînên berfireh bike û ev kes amade ne ku biçin, lê ji bo ku biçin herêmê û lêkolînek berfireh bikin piştgirî û destûr lazim e. Ji ber vê yekê divê saziyên hawirdorê yên navneteweyî li dijî vê yekê derbikevin û li dijî vê talankirina xwezayî ya li herêmê rawestin, nexwe wê komkujî û êrişên li ser xwezaya vir bidomin."   'HEKE KU TALAN NESEKINE DÊ BEDELÊ GIRAN BÊN DAYÎN’    Qeredaxî da zanîn ku ne tenê li dijî başûrê Kurdistanê, li ser çar parçeyên xwezaya Kurdistanê êriş tên kirin û got: "Îro ne tenê li dijî başûrê Kurdistanê, li rojhilat, bakur û rojavayê Kurdistanê jî li ser xwezayê êriş tên kirin. Ev êriş gefê li jiyanê dixwin. Heke ev êriş neyên rawestandin dê mirovahî û zindiyên vê erdnîgariyê berdêlên giran bidin. Ji ber ku heke ev rewş berdewam bike dê xweza êdî bertek nîşan nede. Divê tevgerên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, li dijî êrişên dewleta dagirker a tirk ên li ser jîngeh û xwezaya me û qirkirina qadên me yên jiyanê xwe birêxistin bikin û xwedî li xwezaya Kurdistanê derbikevin."    MA / Zeynep Durgut