Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin 2023-06-21 09:07:19   STENBOL - Dayikên Şemiyê ku çalakiyên wan ên li Qada Galatasarayê tên astengkirin, dê serî li Sekreteriya Giştî ya AYM'ê bidin.    Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995'an ve ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û darizandina kiryaran, li Qada Galatasarayê li ber xwe didin. Çendî çalakiyên wan dem bi dem ji ber zext û êrişên desthilatê tên astengkirin jî, dest ji Qada Galatasarayê bernadin. Dayikên Şemiyê ku ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Suleyman Soylû ve hedef hatin nîşandan, di hefteya 700'emîn a çalakiya xwe de rastî êrişa polîsan hatin. Ji 25'ê Tebaxa 2018'an heya niha Qada Galatasarayê li ber dayikan tê girtin. Çendî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo vê dorpêçê û astengkirinê biryara "binpêkirinê" daye jî, dîsa jî qad li ber dayikan tê girtin.    Dayikên Şemiyê ji ber êriş û dorpêça polîsan a di hefteya 700'emîn de serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê di 23'yê sibata 2023'yan de biryar dabû û gotibû çalakiya ku 24 sal in didome tu zirarê nade pergala cemaweriyê û ya hatiye kirin binpêkirina mafan e. Çendî AYM'ê biryareke bi vî rengî dabe jî, lê biryara wê esas nayê girtin û Dayikên Şemiyê her hefte rastî êrişa polisan tên, tên binçavkirin û Qada Galatasarayê li ber wan tê girtin û dorpêçkirin.    Dayikên Şemiyê ku her hefte di dema çalakiya xwe de tên binçavkirin û Qada Galatasarayê li ber wan girtin, dê careke din serî li Sekreteriya Giştî ya AYM'ê bidin.    Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku biryarên qedexekirinê ne li gor hiqûqê ne û got ku dengê Dayikên Şemiyê tê astengkirin. Yolerî bilêv kir ku pêkanîna biryarên AYM'ê berprisiyariya hemû saziyên welêt in û got ku ji bo pêkanîna biryarê hem serî li walîtiyê dane hem jî randevû ji Wezareta Karên Navxweyî xwestine. Yolerî destnîşan kir ku dê serî li Sekreteriya Giştî ya AYM'ê bidin û ji bo pêkanîna biryara AYM'ê çi ji destê wan bê dê bikin.    Yolerî ev tişt gotin: "Dayikên Şemiyê 28 sal in sûcê dewletê bi bîbîra wê dixin. Em behsa sûcekî ku dewlet nikare red bike dikin. Em dixwazin dewlet bi van sûcan re hevrû bibe. Ser vî sûcî nayê girtin û 40 sal jî di ser re derbas bibe dê kiryar bên dîtin, darizandin û hesbaê vê bê dayîn û pirsîn. Lewma divê  her kes pitşgiriyê bide têkoşîna Dayikên Şemiyê."    MA / Rûkiye Adiguzel