Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn 2023-06-20 16:01:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re ev daxuyanî da: “Em li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de axivîn.”   Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, ku ji bo hin hevdîtinan bike hate Enqereyê, bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hate bahev. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî di hevdîtinan de cih girt.    Barzaniyê piştî hevdîtinê li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da, anî ziman ku Erdogan ê ji nû ve bû serokkomar pîroz kiriye û wiha got: “Em li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de û geşedanên li Iraq û herêmê axivîn.”