Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir! 2023-06-20 15:39:28 STENBOL - Garîbe Gezer li girtîgehê ji ber tundiya fizîkî û zayendî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Dadgeha Bilind cezayê muebedê yê girankirî ku li Gezer hatibû birîn, erê kir.    Di salên 2015’an û 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin. Piştî qedexe ji ser Nisêbînê hat rakirin, Garîbe Gezer di sala 2016’an de dema diçû Kutahyayê bi rê de hat binçavkirin û paşê hat girtin. Garîbe Gezer di 9’ê kanûna 2021’an de li Girtîgeha Kandirayê ya Jinan a Tîfa F’yê ji ber tundiya zayendî û fizîkî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Daîreya Cezayê 3’yan a Dadgeha Bilind cezayê muebeda girankirî ku li Gezer hatibû birîn, erê kir.    DI SALA 2016’AN DE DOZ HATIBÛ VEKIRIN    Di 4’ê çileya 2016’an de bi îdiaya “xerakirina yekitiya dewletê û tevpariya welat” doz li Garîbe Gezer û 3 kesên din hatibû vekirin. Danişînên dozê bi hinceta “ewlehiyê” li Wanê hatin lidarxistin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi heman îdiayê cezayê muebedê yê girankirî li Gezer birîbû.    Hê pêvajoya dozê didomiya, Gezer di 9’ê kanûna 2021’an de bi awayek guman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku tevî ku Gezer jiyana xwe ji dest daye jî di 29’ê adara îsal de ceza erê kiriye.    PARÊZERAN BERTEK NÎŞAN DA    Parêzerên Gezer bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan û diyar kirin ku tevî ku miwekîla wan hatiye qetilkirin û ne li jiyanê jî erêkirina cezayek wiha ne li gorî hiqûqê û ne jî li gorî wîjdan e û nayê qebûlkirin. Parêzeran got divê bi awayê hiqûqî jî ev ceza were betalkirin.