Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn 2023-06-20 14:13:42   MÊRDÎN - Di danişîna doza Hevşaredarên Qoserê û 5 kesên din de gotinên Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu yên “Erdogan xwest, me ji peywirê girtin” hatin bibîrxistin û hat xwestin ku biryara beraetê bê dayîn.    Hevşaredarên Qoser a Merdînê Îsmaîl Asî û Leyla Salman di 2’yê kanûna 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 3 sal piştre hatin berdan. 18’emîn danişîna doza Asî û Salman jî di nav de bi giştî derheqê 7 kesan de hatiye vekirin li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Tu bersûc tev li danişînê nebûn lê parêzer Erdal Kuzu amade bû. Piştî xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin, dozger mutalaaya xwe ya di rûniştina berê de dubare kir û xwest ku li her 7 kesan jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hefsê bê birîn.    DOZÊN SIYASΠ   Piştre jî parêzer Erdal Kuzu li dijî mutalaayê parastin kir û got ku ev dozên siyasî di çarçoveya armanca îdeolojîk a îktîdarê de tên kirin. Kuzu, wiha domand: “Armanc ew e ku kes an jî saziyên muxalîf bi rêya darazê ji holê rakin. Doza KCK’ê tenê yek ji van doza ye. Dozên siyasî, rêbazekî dadger û dozgerên cemaeta Gulen a li dijî siyasetmedarên kurd bû. Îktîdar jî niha heman rêbazan bi kar tîne. Di pêvajoya hilbijartinê de Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu bi vekirî got ku; ‘serokkomar li min geriya û got ku ji şaredariyên HDP’ê aciz e. Ji min xwest ku wan ji peywirê bigirim. Min çavek dixwest lê Tayyîp Erdogan du çav dan min. Du roj piştre di serê sibehê de me ji peywirê girtin.’ Soylu li xwe mikûr hatiye ku dozeke siyasî ye. Tevahiya kesên di dosyayê de ji Qoserê ne. bi îradeya gel hatine hilbijartin. Lê îktîdarê bi rêbazên kompasê ji peywirê girt û li şûna wan qeyûm tayîn kir.  Êdî tu rewatiya vê dozê nema ye. Divê derheqê miwekîlên min de tavilê biryara beraetê were dayîn.”    Bi domdarî Kuzu da zanîn ku di mutalaaya dozger de Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yurtgul ên di êrişa DAIŞ’ê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dayîn weke “endamên rêxistinê” hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Hinek bi wijdan bin. Dozgeriyê, îdia kiriye ku hevşaredaran bertîl wergirtiye û weke sûc hatiye nîşandan. Min lêkolîn kir, her du mifetîş jî hêj dixebitin û derheqê wan tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.”    Dadgehê, biryar da ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 19’ê cotmehê kir.