Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir 2023-06-20 13:56:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk li gundê Beyandorê yê Tirbespiyeyê wesayîtek hedef girt.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk li gundê Til Şeîr ê Tirbespiye ya Kantona Qamişloyê topbaran kir. Di heman demê de li gundê Beyandorê jî ji hewayî ve êrişî wesayîtekê kir. Li gorî agahiyan, birîdar hene.