Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin 2023-06-20 09:39:29   ENQERE - Dema girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan, fermandareka jin zexta “bi tirkî biaxivin” lê kir. Girtiyan, li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin.    Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dema diçûn nexweşxaneyê di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan û ji ber axaftina xwe ya bi zimanê dayika xwe rastî nîjadperestiyê hatin. Girtiyên ku di 15’ê hezîranê de birin Nexweşxaneya Kampusa Sîncanê, li nezaretxaneya beriya muayeneyê lê dihatin ragirtin di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan. Di vê navberê de fermandara jin a li nexweşxaneyê peywirdar mudaxeleyî girtiyan kir û zexta “Bi kurdî neaxivin, bi tirkî biaxivin. Hûn li Tirkiyeyê dijîn û hûn dê bi tirkî biaxivin”  li girtiyan kir. Girtiyan jî got; “Zimanê me yê dayikê kurdî ye û em bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin.” Li ser vê bertekê, fermandara jin bi gotina “Wê demê li cihê xwe rûnin û neaxivin” zexta xwe domand.    KELEMÇEYÊN GIRTIYAN LI NEZARETXANEYÊ JÎ DERNEXISTIN   Girtiyan jî bi van gotinan bertek nîşan dan: “Hûn nikarin wiha nêzî me bibin. Hûn nikarin fermanê bidin me bê ka em ê çawa tevbigerin.” Li ser vê yekê fermandara jin rageşiya heyî bi van gotinan zêdetir kir: “Heke hûn li vê derê bin, hûn neçarin gotinên min pêk bînin. Ez çi bixwazim dikarim bibêjim. Çi bixwazim dikarim bikim.” Girtiyan xwest ku li nezaretxaneyê kelemçeyên wan werin derxistin. Li ser vê yekê fermandara jin bi van gotinan rageşiya heyî bêhtir sor kir: “Li cihê xwe bisekinin ma hûn mirine.”    LI DIJÎ BANGAWAZIYÊ BANGA HESTIYARIYÊ    Girtiyên jin têkildarî nêzikatiya nîjadperest a fermandara jin li dozgerî û Fermandariya Cendirmeyan a Sîncanê gilî kir. Jinên girtî bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.    MA / Dîcle Muftuoglû – Girtîgeha Jinan a Sîncanê