ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-20 09:00:16   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku hilbijartinan kodên xitimandina siyaseta Tirkiyeyê da nîşandan û got: “Fikrên birêz Ocalan ku ji bo çareseriyê pêşkêş dike dikare civakek dubendî ji holê rake. Divê rêyên diyalogê bên vekirin.”    * Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babûr, diyar kir ku pêdiviya gelan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re heye û ji bo berxwedana li dijî tecrîdê bang kir.    * Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş ê di sedsaliya Peymana Lozanê de qala girîngiya yekitiya kurdan kir, wiha got: “Divê em li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek û tifaqa xwe ya siyasî ava bikin.”   * Mûhîttîn Akbey ku 53 sal in kasetfiroşiyê dike, bal kişand ser girîngiya çandê û got: "Armanca me ne firotin e. Em dixwazin ku nifşên nû bên vir bibînin."    * Bi germbûna hewayê re tevî hemû talûkeyan jî zarokan berê xwe da Anzeleyê. Yûsûf Tûrcan anî ziman ku dîroka Anzeleyê tê tunekirin û xwest ku Anzele bibe cihekî dîrokî turîstîk.    * Hunermendê NÇM'ê Ferît Elalmiş diyar kir ku dewlet zimanê kurdî tehemul nake û got: "Em ê bi huner û çanda xwe, bersiva van qedexeyan bidin."    * Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên. Ji Baroya Rihayê Kubra Vefa diyar kir ku ji ber ku bi qanûnan nayê kirin lewma pirsgirêk derdikevin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 820’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê rojnamevan Hakki Boltan bi îdiaya "heqaret li serokkomar kiriye" hatiye vekirin dê li 12'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna ewil a doza derbarê 38 endamên HDK'ê ku hatiye vekirin de dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Tekîrdagê bê lidarxistin. (10:00)   * Danîşina doza derbarê Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Demokratîk Modernîte û edîtorê wê Haydar Ergul de hatiye vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.25)   * Danişîna "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" ya derbarê 46 rojnamevan û xebatkarên medya kurd hatiye vekirin dê li 3'yemîn Dadageha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.25)   * Bi minasebeta Roja Penaberan a Cîhanê dê li gelek bajaran daxuyanî bê dayîn. (12.00-19.00)   * Şaxa OHD'a Îzmîrê wê têkildarî binçavkirin û girtina parêzeran li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî bide. (12.30)   * Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (12.45)    *Danişîna doza derbarê polîs Metîn Kîraz ê bi qezayê bû sedemê kuştina Mîraç Mîroglû dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê bê lidarxistin. (14.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê di meha 95'emîn a Qetlîama Pirsûsê de li Cadgeya Halîtaga ya Kadikoyê daxuyanî bide. (18.00)