Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar 2023-06-19 22:40:57   DÎLOK/COLEMÊRG - Li Dîlokê tir, mînîbus û otomobîlek li hev ket. Di qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Li Colemêrgê jî mînîbusek û motorsiklêtek li hev qelibîn. Di qezayê de ajovanê motorsiklêtê mir.   Li ser rêya Dîlok-Mereşê qezayek çêbû. Di qezayê de 3 kes mirin. Mînîbusa ku xebatkarên Herêma Pîşesaziyê ya Başpinarê û karkerên li gundên derdorê hilgirtibû û totomobîlek û tirek li hev qelibîn. Di qezayê de ji karkerên di mînîbusê de Îsmaîl Ozdemîr û Mehmet Apalak û ajovanê otomobîlê Bedrettîn Zîdan jiyana xwe ji dest dan. Mehmet Avşar, Îzzet Ozdemîr, Okkeş Avşar, Cûma Bozkûrt û Nazim Bozkûrt jî birîndar bûn. Cenazeyan rakirin morga nexweşxaneya Saziya Tiba Edlî û birîndaran jî rakirin Nexweşxaneya Şehîtkamîlê.    Hat hînkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.   COLEMÊRG   Li ser rêya navçeya Çelê ya Colemêrgê, li nêzî gundê Gêmanê qezayek çêbû. Mînîbusa N.T. ya ji hêla Colemêrgê dihat û li Mehdûh Olmezê 46 salî yê bi motorsiklêtê ber bi Çelê ve diçû li hev qelibîn. Ajovanê motorsiklêtê Olmez bi giranî birîndar bû. Olmez bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Olmez li vir tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.    Hat hînkirin ku ajovanê mînîbusê N.T. hatiye binçavkirin.