Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn! 2023-06-19 18:56:58   RIHA - Ji ber roja 800'emîn a Nobeda Edaletê, der barê Emîne Şenyaşar û 4 kesên piştgiirya wê kirin de lêpirsîn hat detspêkirin.    Der barê Emîne Şenyaşarê de ku hevjînê wê û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûsa Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, lêpirsîn hat destpêkirin.   Lêpirsîn ji ber çalakiya roja 800'emîn (31'ê Gulana 2023'yan) a Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê hat destpêkirin. Ji xeynî Emîne Şenyaşarê, der barê Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa, Hevserokên OHD a Şaxa Êlihê Meral Halat û Îbrahîm Halîl Oyke û Emîne Çetînerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn bi hinceta "muxalefeta li hember qanûna bi hejmara 2911'an" hat destpêkirin.    Dozgeriyê ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşarê û her çar kesên din vekir.    Di 31'ê Gula 2023'yan de di roja 800'emîna Nobeda Edaletê de, li ber Edliyeya Rihayê bi pankarta "5 sal in em edaletê dixwazin" daxuyaniyek hatibû dayîn. Baroya Rihayê, OHD û ÎHD jî piştgiriya vê çalakiyê kiribûn.