Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin 2023-06-19 13:49:01   AMED - Polîsê bi navê Serdar Gok di dema serdegirtina malê de bikûçikan îşkence li Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû. Şandeya dadgehê ji bo were zanîn bê ka îşkenceya bi kûçikan bi zanebûn hatiye kirin an na, biryar da ku ji navenda perwerdekirina kûçikan rapora kesê pispor were xwestin.    Di 31’ê gulana 2020’an de polîsan ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, li navçeya Rezan a Amedê bi ser malan de girtin. Di dema serdegirtina mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz ku hevjîn in de deriyên malê hatin şikandin. Her wiha polîsan kûçik berdan ser Menîce û Şeyhmûs Yilmaz û bûn sedema birîndarbûna wan. Ji ber îşkenceya li welatiyan hatiye kirin, derheqê polîsê bi navê Serdar Gok de ku wî kûçik berda bûn, doz hate vekirin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin.    Parêzerên Menîce û Şeyhmûs Yilmaz di danişînê de amade bûn. Serokê dadgehê bi bîr xist ku mutalaa di 19’ê gulanê de hatiye dayîn. Serokê dadgehê da zanîn ku di nava ewraqên dosyayê de rapora navenda perwerdekirina kûçikan tune ye ku were zanîn bê ka kûçikan li ser fermanê êriş kirine yan na. Dadgehê xwest ku ji bo rapora kesê pispor a navenda perwerdekirina kûçikan muzekkere were  nivîsandin. Dozger xwest ku polîs Gok ku kûçik berda ser Menîce û Şeyhmûs Yilmaz û îşkence lê kir, bi sûcê “bi zanebûn birîndar kir”were darizandin û ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê lê were birîn.    Danişîn hate taloqkirin.    ÊRIŞA DUYEMÎN   Polîs Serdar Gok ku bi kûçikan îşkence li Menîce-Şeyhmûs Yilmaz kiribû, 26 roj piştî vê êrişê dîsa di dema serdegirtina mala endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de bi kûçikan îşkence li Çetîn kir. Piştî giliyê Çetîn, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bi sedema “birîndarkirina sivik” doz hate vekirin. Doza li vir hatiye vekirin didome.