Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin! 2023-06-19 12:21:42   RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê dimînin bal kişandin ser binpêkirinan û diyar kirin ku gilînameyên wan tên îmhakirin.    Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a hejmar 1 a Rihayê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji ajansa me re nameyek şandin. Girtiyan bal kişandin binpêkirinên di rojên dawî de û diyar kirin ku gilînameyên wan tên îmhakirin û ji meqamên peywirdar re nayên şandin. Binpêkirinên ku girtiyan ragihandin wiha ne:     “* Daxwaza me ya çûna odeya xizmên xwe û hevalên xwe yên ji heman sedemê hatin girtin, tê redkirin.    * Gilînameyên me ji girtîgehê dernakevin. Tên îmhakirin.    * Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de sepanên keyfî tên ferzkirin. Dema em qebûl nekin jî nabin nexweşxaneyê. Ser re jî lêpirsînê didin destpêkirin.    * Amûrên me yên tiraşê nadin me. Nahêlin em biçin berber û tiraş bibin.    * Amûrên ku li kantînê tên firotin bi hinceta ‘ev qedexe ne’ tên desteserkirin.    * Ji ber hewayê germ em dixwazin klîmayan bikirin lê li kantînê nayên firotin.    * Hinek hevalên me cezayên wan xelas dibin lê bi hincetên vala nayên berdan. Bi awayekî keyfî înfazên wan dişewitînin.    * Cil û bergên ku malbatên me di dema hevdîtinan de tînin an jî yên bi kargoyê tên şandin, nadin me.    * Ev sepan jî bi destê dozgeriyê girtîgehê tên kirin. Dema em li cem wî gilî dikin an jî gilînameyan didin wî, naşîne.”    Girtiyan bang li rêxistinên hiqûqê û hemû derdorên demokrat kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û piştevaniyê bidin.