Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome 2023-06-19 09:03:33   STENBOL - Rojnameger Mûsa Ozûgûrlû diyar kir ku Tirkiyeyê di mijara endamtiya Swêdê ya NATO'yê de nekarî encamên dixwest bi dest bixe û Tirkiye niha di krîzê de ye.   "Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî" ku li gorî "peymana sê alî" ya ku nûnerên welatên di çarçoveya serlêdana endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê de îmze kiribûn, hat avakirin, herî dawî li Enqereyê civîna xwe ya çaremîn li dar xist. Di civîna ku li Beştepeyê hat lidarxistin de gelek mijar hatin gotûbêjkirin. Yek ji wan mijaran jî radestkirina siyasetmedarên kurd ên li Swêdê ne ku li Tirkiyeyê der barê wan de doz hatine vekirin.   Rojnameger Mûsa Ozûgûrlû geşedanên pêvajoya endamtiya NATO'yê ya Swêdê ku ji ber muzakereyên nerazîbûna Tirkiye û Macaristanê veguherî krîzê nirxand û diyar kir ku ev rewş bi xwe re tevgereke nû ya aborî, siyasî û leşkerî anî û vê yekê jî bi xwe re pêvajoya krîzê aniye.    SWÊDÊ DAXWAZÊN TIRKIYEYÊ NEPEJIRAND    Ozûgûrlû da zanîn ku di hevdîtinê de gavên ku Swêdê di çarçoveya peymanên di nav ‘Bîrnameya Sêalî’ de hatin nirxandin û destnîşan kir ku qanûna nû ya ku di 1'ê hezîrana 2023'yan de ket meriyetê, di nav de "têkoşîna li dijî terorê" û xebatên rêxistinê yên li Swêdê hatin nîqaşkirin. Ozûgûrlû destnîşan kir ku ji dema endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê hat rojevê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ev yek wek bazarî bi kar anî. Ozûgûrlû, anî ziman ku bi taybetî di mijara endametiya Swêdê de pirsgirêkên Erdogan hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku Swêd ev demeke dirêj e di mijara hin pirsgirêkên siyasî yên Tirkiyeyê de welatekî çalaktir e. Di heman demê de, ew welatek e ku hin navên wê hene ku wekî aliyên van pirsgirêkan têne fikirîn. Ji ber vê yekê, hikûmeta Swêdê bêtir dosyayên xwe hene. Lê heman tişt ji bo Fînlandiyayê ne rast e, lewma endamtiya wê yekser hat pejirandin. Tirkiye ji mêj ve ye ku di der barê pirsgirêka kurd de hin hêviyên ji Swêdê hene. Helwesta Swêdê ya li hember mafên mirovan û azadiyan di van salên dawî de nêzikî helwestek bêalîtir bûye. Anku em dibînin ku Ewropa li gorî salên borî di mijara kurd de kêmtir aktîf e.”    LI SER KURDAN BAZARΠ   Ozûgûrlû bal kişand ser mijara radestkirina navên kesên PKK’yî û tevgera kurd ku hêviyên Erdogan jê hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta niha Swêdê ji daxwazên Erdogan re bersiveke zelal nedaye. Ji ber ku Fînlandiyayê daxwazên Tirkiyeyê bi cih anî, yekser endamtiya wê hat qebûlkirin. Lê meseleya rast Swêd dike. Navên ku Tirkiye ji Swêdê dixwaze hene. Navên ku di salên berê de lê digeriyan hene. Mirov dikare vegerandina wan bixwaze, ev nav tenê 10-15 kes in, ez bawer nakim zêde bin. Dîsa dibe ku daxwaz bikin ku bi tu awayî rê nedin van koman ku li welatê xwe kar bikin. Ji ber ku destûr nayê dayîn ev rewş bi berdewamiya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û bi milyonan mirov eleqedar dike. Ji ber vê yekê ji bo Tirkiyeyê girîng e ku nifşên nû pêvajoyek wiha bidomînin û ev jî tê wê wateyê ku destûr nedin hin rêxistin û komeleyan. Hêviyek Tirkiyeyê wiha heye. Xuyaye ku Tirkiye negihiştiye tiştê ku dixwaze, lê bazar berdewam e. Ji ber ku Swêdê tiştek nedaye destê Tirkiyeyê, krîza di vê mijarê de didome."    MA / Esra Solîn Dal