Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin 2023-06-19 09:00:54   AMED - Hevşaredarên Bismilê û hevserokê HDP’a Bismilê diyar kirin ku ji ber şerê di navbera malbatan de geleke xemgînin û wiha bang li her du aliyan kirin: "Werin em alîgirê çareseriya bi diyalogê bin. Tiştekî ku em bi axaftinê çareser nekin tune."    Li gundê Şidada yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve di 15’ê hezîranê de ji ber nelihevkirina li ser erdan di navbera malbatên Taş û Alyamaç de şer qewimî û ev şer bû sedema mirina 9 kesên ji heman malbatan. Bûyer hêj jî di rojevê de ye. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bismilê Meşhel Sirimsî û Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ji bo careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin, ji bo çareseriyê banga tercîhkirina diyalogê kirin.   Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Meşhel Sirimsî diyar kir ku ji ber mirina 9 kesan xemgîn in û ji bo careke din heman bûyer neqewimin dê bixebitin û wiha got:  “Berê ji ber vê meselê pirsgirêkên wan malbatan hebûn, wek Rêxistina Navçeya Bismilê em ketin navbera wan lê mixabin me nikarîbû wan li hev bînin. Ji ber ku malbatek nêzîk nebû, me nekarî tiştekî bikin. Lê ev ne sedem e, diviyabû em zêdetir li ser bifikiriyan. Ji vir şûnde em dixwazin rexneya xwe di serî didin gelê Bismilê û tevahiya gelê xwe. Em gelek xemgîn in ku me nekarî pêşî li vî şerî her du malbatan bigirin.”    ‘ÊŞA HER DU ALIYAN JÎ ÊŞA ME YE’    Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin jî diyar kir ku ew xwe berpirsyar dibînin û wiha got: “Vê bûyerê em gelek êşandin. Em li ber mirinê ewqas bêçare man. Em sersaxiyê ji malbatan re dixwazin, ji kesên din re jî sebrê û ji kesên jiyana xwe ji dest dane jî rehmetê dixwazin. Divê em erka aramkirin û rawestandina mirovan bigirin ser milê xwe. Em xwe ji vê yekê berpirsyar dibînin. Ev 3 roj in em li ber xwe didin, em li cem her du malbatan in. Em êşa her du aliyan bêyî cihêkariyê bixin navbera wna parve dikin. Berê hevalên me bi mijarê re eleqedar dibûn, lê me nedikarî pêşbîniya bûyerek wiha xemgîn dê biqewime nedikir. Ev kêmasiya me ye.”   Ozer banga aştiyê li gel kir ku careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin û wiha got: “Divê her kes avê bi vî agirî de bike. Pêwîste her kes ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe.”   ‘DEWLET SÎNORAN XERA DIKE’    Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, bûyera qewimî bi bîr xist û wiha got: “Dewlet di bin navê ‘komkirinê’ hevgirtinê’ de sînorên gundan xera dike û erdê kesek din li ser kesek din tomar dike. Li aliyê din gundiyên me dixwazin zeviyên ku sed sal in lê çandiniyê dikin, biçînin. Kes naxwaze axa kesî biajo û bi ser erdên hev ve biçin. Lewma dema wisa dibe alozî diqewime. Ewilî nexweşî di navbera wan de heye û paşê veguherî şerê çekdarî. Bûyerên bi vî rengî yên civakî ku bi rêya darazê dihatin çareserkirin lê ji ber ku ew rêxistinbûyîna çareseriyê hatin belavkirin, niha jî bûyerên wiha nexweş diqewimin. Ji ber vê yekê jî 2 roj berê ji bo du bost erd 9 welatiyên me canê xwe ji dest dan. Li pey wan hêsirên dayikan man.”    RÊYA ÇARESERIYÊ DIYALOG E    Ayaz bang li raya giştî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çek, xwîn ne çareserî ye. Werin em alîgirê çareseriya bi diyalogê bin. Tiştekî ku em bi axaftinê çareser nekin tune. Di encamê de bi sedan mirov bimirin jî em ê rûnin, biaxivin û ev jî bi diyalogê dikare were çareserkirin. 9 welatiyên me çûn. Dê dîsa bê nîqaşkirin, dê diyalog bê kirin û bi aştiyane çareser bibe. Banga me ji bo hemû welatiyên me ye; dema nakokî çêdibe, rayadarên herêmê hene, rûspiyên herêmê hene, hevşaredar û rêxistinên partiya me hene, bi wan bişêwirin. Ji kerema xwe, xwe bigihînin wan, ji wan alîkariyê bixwazin. Piştî vê demê em naxwazin neynûka welatiyek me jî xwîn bibe.”