Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye 2023-06-18 09:05:57   MÊRDÎN - Salih Kuday, birayê girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de, diyar kir ku birayê wî li ber "mirinê" ye û bang kir ku her kes bibe dengê girtiyên nexweş.    Abdulkadîr Kuday, li Mêrdînê di dema çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê de hat binçavkirin û paşê hate girtin. Kuday ewilî di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ma û paşê ew sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê kirin. Li vir nexweşîn li Kuday peyda bûn û 4 salan li serhev sewqî nexweşxaneyê nehat kirin. Lê piştî hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên mirovan, sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Di sala 2021'ê de bijîşkan teşhîs kir ku fitiq pê re heye. Piştî vê Kuday di hezîrana 2021'ê de emeliyat bû, lê gava piştî emeliyatê nexweşîna wî 3 mehan dewam kir, vê carê derket holê kur teşhîsa hatiye kirin şaş e.    JI BER TEŞHÎSA ŞAŞ...   Piştî muayene û tetkîkan, derket holê ku nexweşîna ALS'ê pê re heye û piştî wextekê felcî bû. Ji ber vê Kuday nikare bi tena serê xwe lazmatiyê xwe peyda bike. Kuday di çileya 2022'yan de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hat kirin. Kuday ku ji ber grevên birçîbûnê nexweşînên madeyê jî lê peyda bûne, niha di nava ciyan de ye û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.    EW Û GIRTIYÊ ASTENGDAR DI HEMAN QAWÎŞÊ DE NE   Kuday, niha tevî Serdar Yildirim ê ji sedî 93 astengdar ku li Mêrdîna Qoserê hatiye girtin û bi sendeliyeya biteker diçe û tê, di heman qawîşê de ye. Yildirim, tenê dikare destên xwe bi kar bîne. Parêzerên Kuday heya niha ji bo taloqkirina înfaza wî gelek caran serlêdan kirine, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.    Salih Kuday, birayê Abdulkadir Kuday, da zanîn ku çavên birayên wî jî baş nabînin û wiha got: "Niha pirsgirêka wî ya herî mezin, mîdeya wî ye. Du meh in wî nabin nexweşxaneyê. Ger roja ewil teşhîsa ALS'ê bihata danîn, belkî neketa vî halî. Dê nexweşîna wî ev qasî pêş ve neçûya. Nêzî 4 salan ew nebirin revîrê jî. Piştî ku cezayê wî hat pesendkirin, bi tena serê xwe di hucreyê de dima. Me serlêdan kir û me got nikare bi tena serê xwe bijî. Destên wî jî baş nedixebitîn. Nigê wî erdê nedigirtin. Ew dan cem hevalekî felcî yê bi sendeliyeya biteker. Ew û wî hevalî alîkariya hev du dikin. Hevrêtî tiştekî cuda ye. Bi feraseta hevrêtiyê lazmatiyên hev du peyde dikin."    ‘GER EM BIBIN DENGÊ WAN DÊ TECRÎD BIŞIKÊ'   Kuday destnîşan kir ku birayê wî li ber mirinê ye û got ku ew dixwazin rojên xwe yên dawî li cem malbata xwe derbas bike. Kuday bilêv kir ku civak di warê girtiyên nexweş de qels maye û got ku tiştên hatine serê birayê wî girêdayî tecrîda ku ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Kuday wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li hemû girtîgehan tê pêkanîn. Ev tecrîd jî tenê bi çalakiyan dikare bê şikandin. Ger em bibin dengê girtiyên nexweş, dibe ku ev etcrîd bê şikandin."    MA / Ahmet Kanbal