ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN 2023-06-18 09:00:03   * Meryem Îverendî ku heya niha polîsan sed carî avêtiye ser mala wê û kurekî wê hatiye kuştin û du kurê wê jî hatine girtin diyar kir ku ew ê tu carî dest ji doza xwe bernede û got:" Ma ez ê çawa bêriya zarokên xwe nekim? Bi bîranînên wan dijim. Di nava rojê de 20 caran li wêneyê wan dinêrim. Lê ji berxwedanê pêvetir çare nîn e."   * Serokê Egîtîm Sen a Şaxa Êlihê Ramazan Bîlmez ragihand ku 53 jê zarok 71 kes atolyeyên wan ên kurdî kuta kirine û bang kir ku kurdî li hemû qadên jiyanê bê axaftin.    * Salih Kuday, birayê girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê di Girtîgeha Metrîs a Tîpa R'yê de, diyar kir ku birayê wî li ber "mirinê" ye û bang kir ku her kes bibe dengê girtiyên nexweş.    * Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê encama tirsa ji hêza çareseriyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got ku CPT'ya ku xwe li bêdengiyê datîne, rewabûna wê hatiye asta lêpirsînê.    * Li navçeya Sûrê di çarçoveya "Projeya Firehkirinê" ya Parka Anzeleyê de biryara îstimlaqkirinê hat girtin. Welatiyan got: "Em ê ji vir dernekevin. Bila werin xaniyê me bi ser serê me de bînin xwarê."    * *  Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk anî ziman ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heta ku li ser tecrîda li Îmraliyê neyê axaftin dê hevhelalkirin çênebe.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 818’an de bidome.    * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê li 19’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Odeya Endezyarên Makîneyê li dar bixe. (10.00-18.00)