Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin 2023-06-17 16:29:42   BEDLÎS - Rojnamevan Sînan Aygul ê demeke nelirêtî û firotinên erd ên şarederiyê dinivîse, rastî êrişa parazvanên şaredarê AKP’î hat. Aygul ê birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.    Rojnamevan Sînan Aygul ê demeke nelirêtî û firotinên erd ên şarederiyê dinivîse, rastî êrişa parazvanên Şaredarê Tetwanê yê AKP’î Emîn Geylanî hat. Aygul ê ji serê xwe û gelek beşên laşê xwe birînar bû, rakirin nexweşxaneyê.    ‘EZ JI ALIYÊ PARAZVANÊN BIÇEK VE HATIN DERBKIRIN’    Aygul, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Ez gava din li Tetwanê rastî parazvanên biçek ên Şaredar Mehmet Emîn Geylanî hatim. Kesên ji wesayîta aydê şaredariyê peya bûn û bi piştê ve li serê min xistin, xebet gotin û bi gotina ‘Heke tu careke din derbarê şaredar de binivîsî dê bisekitî’ gef li min xwarin. Niha min dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê.”