Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome 2023-06-17 11:23:26 ÎZMÎR - Denîz Poyraz di salvegera 2’yemîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn. Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan a di bîranînê de axivî, wiha got: “Bila soza me li Denîzê be, heta ku em welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Denîz Poyraz a ji aliyê Onûr Gencer ve di êrişa çekdarî ya li dijî avahiya wan a bajêr a Îzmîrê de di 17’ê hezîrana 2021’an de hate qetilkirin di salvegera 2’yemîn a qetilkirina wê de li ser gora wê ya li Goristana Kaynaklar a Bûcayê bi bîr anî.   Malbata Denîz Poyraz, Berdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Hevserokê Giştî yê Paritya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca, rêxistinên HDP’ê yên Îzmîr û navçeyan, parêzerên Poyraz, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.   Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Her tim dirûşmeyên “Denîz Poyraz nemir e” , “Soza me ya ji bo Denîzê dê bibe aştî” hatin berzkirin.    Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz a di bîranînê de axivî, anî ziman ku Denîz ne tenê keça wê ye keça herkesê ye û wiha got: “Keça min hate qetilkirin. Ez dixwazim kesên alîkariya kujer kirine jî bên cezakirin. Bila dewlet nebêje ‘mirovek mir dê were ji bîr kirin’. Şehîd tu car nayên ji bîr kirin, her tim di nava me de dijîn. Herkes Denîz e. Ez herkesên vê derê weke Denîz dibinim. Denîz jî Denîza herkesê ye. Jin jiyan azadî.”   SOZA ME YA JI BO DENÎZÊ: TIRKIYEYA DEMOKRATÎK E    Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, anî ziman ku qetilkirina Denîz Poyraz ne cînayeteke edlî ya ji rêzê ye û wiha got: “Xebatên siyasî yên partiyeke siyasî hedef hatin girtin. Ev qetilkirin encama gotinên nefretê û anîna li dijî hev a desthilatê ye. Sûcdar ne tenê kûjerê tetîk kişandiye. Ew kesên van polîtîkayan dimeşînin jî berpirsyar in. Ji bo ji burokrasiyê heta siyasetê berpirsyarên vê cînayetê derkevin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila soza me li Denîzê be, heta ku em welatekî azad ava bikin, heta em Tirkiyeyeke demokratîk bi dest bixin wê têkoşîna me bidome.”   ‘EM Ê XEYALÊN WÊ PÊK BÎNIN’    Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ûgûr jî wiha got: “Ev cînayeteke gelek mezin e. Piştî qetilkirina miroveke weke Denîz Poyraz paqij, siyasiyan çi gotin me bi hev re dîtin. Me dît ku ev pergala paşverû kurdan çawa dibîne, dê pirsgirêka kurd çawa çareser bike. Fikirîn ku wê Denîzan biqedînin lê em li vir in. Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê weke hemwelatiyên wekhev bijîn. Heta ku xeyala Denîzê aştiyê neînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Peyrûze Kûrt a li ser navê Dayikên Aştiyê mafê axaftinê wergirt jî destnîşan kir ku heta edalet cihê xwe bibîne wê têkoşîna xwe bidomînin û anî ziman ku jin jiyan e, jiyan jî wê tu caran bi dawî nebe.    ‘JIN JIYAN AZADÎ’    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk jî soza ku wê Denîzê li her qadê bidin jiyîn da û wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz de hemû hevalên ku di bin dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ de têdikoşin silav dikim. Li dijî pergala dewletê ya mêr bêyî ku em dest ji hevdû berdin têdikoşin. Em li vir in destan jê bernadin, sozên ku me dane Denîzê em ê bigirin.”  Piştî axaftinên hatin kirin kûlîlk danîn ser gora Denîz Poyraz. Bernameya bîranînê wê saet 16.00’an de li avahiya bajêr a HDP’a Îzmîrê bi pêşkeşkirina sînevîzyonê û kursuya serbest berdewam bike.o